
Di xwepêşandanê de dirûşmeyên ‘Bakûr, Başûr, Rojhilat yek amanc û yek xebat’ û dovîzên li ser nivîsandî ‘Em komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar dikin’ hatibûn hilgirtin. Di xwepêşandanê de daxwaz ji civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo azadkirina Ocalan bikevin nava hewldanan.
Di xwepêşandanê de daxuyaniyek ji aliyê endama Tevgera Azadî Perwîn Hesen ve hat xwendin. Hesen diyar kir ku berî 16 salan birêz Ocalan di encama komployeke navneteweyî de ji welatê Kenya hat revandin û radestî Tirkiyê hat kirin. Perwîn Hesen got: “Xwestin di kesayetiya birêz Ocalan de gelê Kurd bişkînin. Lê gelê Kurd vê carê ev şikestin qebûl nekir, li tevayiya cîhanê keç û xortên şoreşger ên Kurd dest bi xwepêşandanan kirin. Ji bo parastina Ocalan xwe kirin xelekek ji agir.”
Di xwepêşandana ku bi însiyatifa Tevgera Azadî, Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê û Partiya Şûî ya Kurdistanê hatibû amadekirin, gelek gotarên piştgiriya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî hatin pêşkêş kirin.
REWANDÛZ
Li Qahîreyê ji bo Ocalan pêngav
Navenda Qahîre ya Lêkolînên Kurdî di 16. salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û pê bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku Rêber Ocalan di demeke lezgîn de serbest berde.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dîlgirtina Rêber Ocalan bi komployeke qirêj ku gelek dewlet û îstixbaratên wan û di serî de Tirkiye, Emerîka û Îsraîl beşdar bûn û wiha dewam kir: “Piştî ku Rêber Ocalan dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin, bi awayekî dûrî edaletê hate dadgehkirin û di girtîgeha Îmarliyê de hate bicihkirin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku azadkirina Ocalan pêvajoya aştiyê di navbera dewleta Tirk û PKK de xurt dike. Her wiha cidiyeta hikûmeta Tirkiyeyê di meşandina pêvajoya aştiyê de diyar dike.
Navenda Qahîre ya Lêkolînên Kurdî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku pêwîst e dewleta Tirk mafên gelê Kurd û bi salan e jê bêpar mane, vegerîne û wiha lê hate zêdekirin: “Ocalan sembola dîrokî ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gelê Kurd e. Hemû tevgerên azadîxwaz di cîhanê de ji felsefeya Ocalan sûd werdigirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew wekî Navenda Qahîre ya Lêkolînên Kurdî ji bo Ocalan serbest bê berdan, pêngaveke berhevkirina îmzeyan dest pê bikin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji bo raya giştî ya Erebî û Misrî bi fikr û felsefeya rêberê cîhanî Abdullah Ocalan bidin naskirin, dê gelek çalakiyan li dar bixin.”
QAHÎRE