Helîn Mûrat li gundê Harçik ê Dersimê ji dayik bû, timî guh da extiyarên gund, li bûyerên di dema qirkirina Dersimê de hatin kirin guhdarî kir û bi vî rengî mezin bû. Tiştên ku dihate gotin di hişê wê de bi cih dibû û dema ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, têgihiştina xwe ya li ser dema berî û piştî qirkirina Dersimê wiha digot: ”Pêvajoya qutkirina Dersimê ji Kurdistanê bû sedema destpêkirina pêvajoyeke gelekî metirsîdar. Tê bîra min, gotina Kurdistanê ji bo me tenê Dersim bû. Em ewqasî ji netewetiyê, ji rastiya giştî qut bûn. Piştî komkujiya Dersimê tirseke mezin belav bûbû.
Tê zanîn ku Rêbertî ji destpêkê ve girîngî dida Dersimê. Eger Rêbertî dest lê wernedabûya, Dersim bi temamî qediya bû.
Zext, ambargo, xizanî, şewitandina gund û daristanan, koçberkirina gel ku di salên 1990’î de ji aliyê dewletê ve li Kurdistanê hatin kirin, bandor li tevlîbûna Hêlîn Mûrat kir. Çalakiya Zîlan jî tevlîbûna wê ya li nava têkoşînê misoger kir. Di Îlona 1997’an de di ser Romanyayê re tevî komek ji hevalên jin tevlî nava refên têkoşînê bû.
Di Nîsana 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişeke hewayî de tevî yek ji pêşengên tevgera jinê Nalîn Mûş şehîd bû.
ç