
Reqsvan û koreograf Yeşîm Çoşkun der barê lîstika xwe ya ‘4 derî 40 mercî’ ya di 5’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê de pêşandayî de axivî û got, “Ez zaroka malbateke Elewî me. Zarokatiya min li malên Cemê derbas bû. Di dilê min de birînek bû. Mirov dixwazin bi rîtuelên xwe bên cem hev. Mirov her mezin dibin ji rîtuelên xwe qût dibin. Ev hinek jî daxwaza jiyana bi çandê bû.”
Yek ji damezrînera Reqsa Mezopotamyayê Yeşîm Coşkun ji 2005’an heta niha projeyên cuda hildiberîne. Yek ji projeyên Yeşîmê ‘4 derî 40 mercî’ di 5’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê de hat pêşandan. Yeşîm Coşkunê der barê lîstika xwe de berisiva pirsên Şûjinê da.
Hûn berê tevlî Festîvala Şanoyê ya Amedê bûbûn. Hûn bi kîjan projeyan tevlî bûn? Hûn dikarin der barê ‘4 derî 40 mercî de’ agahiyan bidin?
Beriya qeyûm bê tayînkirin, em her sal tevlî festîvala Şanoyên Bajar dibûn. Em bi Genocîde û Mem û Zîn hatin. Bi berhema Genocîde me hemû qirkirinên cîhanê hewandibûn. Em bi Destana Kawa hatin. Em bi gelek projeyan tevlî bûn. Me bi ‘4 derî 40 mercî’ cih da rîtuelên Elewiyan. Bi mijareke tasawufî dadikeve. Ya rastî, hemû baweriyên batinî dihewîne. 4 derî, 40 merciya ji şerîet, tarîqet, marîfet û heqeqetê vedibêje. Di bin her derî de 10 rêbaz hene. Ev ne têgehên stewr ên şerîeta roja me ya îro ne. Têgehên exlaqî ne.
Proje çawa bi pêş ket?
Ez zarokeke malbateke Elewî me. Zarokatiya min li malên cemê derbas bûn. Ev di dilê min de birînek bû. Mirov dixwazin di rîtuelên xwe de bên cem hev. Mirov her mezin dibin ji rîtuelên xwe qût dibin. Ev hinek jî daxwaza jiyana bi çandê bû. Bi Reqsa Mezopotamyayê me reqsên ku radihêjin çand û pirsgirêkên wê, afirand. Me projeyên ku bi pirsgirêkên jinan dadikevin, pêk anîn. Em Kurd ne mirovên bê pirsgirêk in. Derdê me tiştên li Sûr, Cizîr, Gurgum û Dêrsimê qewimîne. Ji ber vê me tercîh kir. Projeya solo bû. Min tenê reqs dikir. Piştre me guhert duetê. Em piştre bûn 6 kes.
Hûn temaşevanên Amedê çawa dibînin, ji bo reqsê hûn çi dibêjin?
Ez ji temaşevanên vir hez dikim. Hema reaksiyonê dide. Temaşevanên Stenbolê tevlîhev in. Li vir piştî lîstikê nihêrînên xwe hema dibêjin. Elaqeyek mezin li vir heye. Em wek jinan pîşeya xwe bi zehmetî dikin. Şano û reqs hîna li Tirkiye û Kurdistanê hîna tevahî nehatiye qebûlkirin.
Hûn xebatên li vir (Amedê) çawa dibînin?
Ji îsal û bi şûn ve, rengê her tiştî guherî. Mîhrîcanên li vir dihatin kirin, yek jî li bajarên rojava nedihat kirin. Em li Stenbolê di alî civaka Kurd de birçî ne. Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a Stenbolê hinekî ji birînê re bû derman. Em tevlî festîvalên vir jî bûn. Lê niha karên girîngtir tên kirin.
Hûn li Stenbolê ku gelek navendên çandê lê hatin girtin bi zehmetiyên çawa re rûbirû ne?
Jixwe, gelek navendên çandê hatin girtin. Pirranî NÇM hatin girtin. NÇM´a Stenbolê ma. Ji ber sahneya wê tine. NÇM’a Stenbolê cihekî kirê bike jî şaredarî hema mudaxale dike. Ji ber ku sahne tine jî hilberandina projeyekê zehmet e. Em ji sahneyên mezin miracaet dikin, hemû miracaetên me tên redkirin. Zextên mezin hene. Ev bi vê pêvajoya dawî wisa bû. Me berê Festîvala Çanda Kurd pêk anî. Lê reqsên me salên borî pêşanda, par me nekarî pêşan bidin. Gelek salonên şanoyê deriyê xwe venekirin.
ŞÛJIN/AMED