Ev rêwîtiyeke zehmet e kusalê bi navînî 200 hezar kes di ser xwe re dibihurînin. Lê belê ev ziyaret timî ne ji ber sedemên dînî ye. Gelek kes ji bo ku bîhna xwe fereh bikin vê ziyaretê dikin, gelekên din ji ber ku ji zehmetiyên jiyana rojana a bajarên kapîtalîzmê ew fetisandî birevin, dibin "hecî". Derhênerên Swîsrî Jonas Frei û Manuel Schweizer li ser vê rêwîtiya ziyareta xasekî Xirîstiyan kirin belgefilm.
Filma bi navê "Camino De Santiago: Rêwîtiyek li ser rêya ber bi Jakob ve" ha behsa vê rêwîtiya hecî û nîvheciyên modern dike. Filma ku 85 deqîqeyan dirêj e, 4´ê Hezîranê kete vîzyonê.
Derhêner Frei û Schweizer bi xwe jî vê rêwîtiyeê dikin û ji mirovên rasta wan tên dipirsin, ka ew kî ne, berî çi kirine, niha çi dikin û çima vê rîewîtiyê dikin. Di encamê de dîmenên xweza û hawîrdorê yên ku mirovan heyranê xwe dihêlin, derketin holê. Li aliyê din jî balkêş e ka çiqasî sedemên mirovên ku vê rêwîtiya di çiyayan re peya dikin ji hev cuda ne. Li aliyê din ka mirovên ku li vir dijîn çawa debara xwe bi van heciyan dikin û çawa veberhênan li deverê bi pê dikeve, aliyekî din ê dewlemend ê vê filmê pêk tîne.
Bi giştî ji dîmenên xweş, agahiyên balkêş, belgefilmeke xurt a hîjayî dîtinê derketiye holê ku vê hefteyê li sînemayîn Elmanyayê dikare were dîtin.
LUQMAN GULDIVÊ / Navenda Nûçeyan