Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 36 roj in ku di greva birçîbûnê de ye. Tenduristiya Guven roj bi roj nebaş dibe.

Divê bê derman kirin

Parêzerê Leyla Guven Şivan Cemîl Ozen li ser rewşa wê peyivî. Ozen diyar kir ku li ser mejiyê Guven tumor heye û got, “Dermanê ku pêşî li mezinbûn û belavbûna tumorê digire, nadinê. Nexweşiya wê lê giran bûye. Birêz Guven, ji roja ketiye grevê û vir ve nikare vî dermanî bixwe. Em bandora vê yekê dibînin. Piştî roja 30’î muwekîla me gelekî li xwe kêm kir. Wê hîn bêhtir li xwe kêm bike. Niha ji hal ketiye. Hevalên li cem wê lê miqate ne. Pirtûk û nameyên jê re tên, jê re dixwînin. Roj bi roj roniya çavên wê kêm dibe.”

Divê hiqûq wekhev be

Parêzer Ozen di dewamê de bal kişand ser daxwezên Guven û got, “Daxwaza muwekîla me daxwaza sîstema civaka demokratîk e. Di vê sîstemê de divê hiqûq ji bo her kesî wekhev be. Birêz Abdullah Ocalan demeke dirêj e nikare parêzer, wasî û malbata xwe bibîne. Mîna ku muwekîla me Birêz Guven jî dibêje, ‘Ev yek tecrîdeke giran e û ti bingeha wê ya hiqûqî nîne’.”

Em ê dosyayê bibin DMME’yê

Şivan Cemîl Ozen da xuyakirin ku bernedana parlamenter Leyla Guven ne hiqûqî ye û got, “Birêz Enîs Berberoglû tevî ku hikum lê hatiye birrîn jî hate berdan. Lê muwekîla me hîna nehatiye berdan. Yekane parlamentera ku niha girtî ye, ew e. Me ev rewş bir ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn. Heger ji wir biryareke neyînî derkeve em ê dosyayê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME).”

 

AMED