
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bi zimanekî tund hevkariya PDK û AKP'ê rexne kir û destnîşan kir ku têkiliya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re wê destketiyên federaszonê yên Başûrê Kurdistanê bixe tehlûkeyê.
Altûn bû mêvanê bernameyeke taybet a Med Nûçe û mijarên di rojevê de nirxandin. Altun destnîşan kir ku pêwîst e hemû destketiyên li çar parçayên Kurdistanê di nava rewşeke neteweyî de bigêhejin hev û got: “Pêwîst e veguherînin siyaseteke neteweyî, li ser bingeha siyaseta neteweyî têkiliyan bi hev re deynin û tifaqê pêk bînin. Eger ev neyê kirin, tehlûkeya li hemberî Kurdan wê gelekî mezin be."
Riza Altûn destnîşan kir ku rewşa Başûrê Kurdistanê di pozîsyoneke ji ya Rojava xeteretir de ye û got: “Rewşa wê ya federe ya li qada navneteweyî dibe ku weke garantiyekê bê dîtin, lê belê rewşa heyî ya rêveberiya li Başûrê Kurdistanê di nav de ye, nêzîkatiyên dewletên herêmê, polîtîkaya navneteweyî, bi taybetî jî dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan nîşan didin ku rewşa Başûrê Kurdistanê, sîstema federal jî di tehlûkeyê de ye."
‘PDK di nava rewşa federe de ji yekîtî ava nekirine’
Altûn der barê daxuyaniyên PDK'ê yên li ser 'avakirina dewleta serbixwe' de, ku bi salan e her pêvajoyê bi lêv dike jî, ev nirxandin kir: "PDK dibêje 'em dewleta serbixwe îlan dikin' lê di nav xwe de hêj yekîtî ava nekirine. Daxuyaniyên li ser referandûm, dewleta serbixwe, avakirina dewleta serbixwe samîmî xuya nakin. Kengî PDK bixwaze hin mesajan bide hundir, kengî tengav dibe, hingî vê yekê weke taktîkekê bi kar tîne. Gelo kê bi destê wan girtiye? Eger nêrîneke wan a pêkanîna referandûmê hebe, ku heye, wê demê dikarin vê bikin. Lê belê timî dibêje em ê bikin û nake. Bi salan e dibêje, 'em dewleta serbixwe îlan dikin' lê îlankirina dewletê li aliyekî, hînê di nava rewşa federal a Kurdistanê de yekîtî jî ava nekirine."
Altûn işaret bi dijminatiya dewleta Tirk a bi gelê Kurd re jî kir û got, "Heta ku PDK têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re bidomîne, gotina wê ya 'ez ê dewleta serbixwe ragihînim' wê were wateya sextekariyê.
‘Dibêje PKK û HPG dagirker in’
Riza Altûn nerazîbûn nîşanî gotinên PDK’ê yên wekî ‘Hêzên HPG’ê Şengal dagir kirine’ da û weha pêda çû: “Şerm e ku PDK ji bo hêzên HPG’ê dibêje ku Şengal dagir kirine. Şengal berê di destê wan de bû. Lê bêyî tu şerekî bi DAIŞ’ê re bikin, ew der berdan û çûn. Gelê me yê Êzîdî bi qirkirinê re rû bi rû hiştin. Bi deh hezaran mirov hatin revandin û hatin tecavuzkirin. Hêj çarenûsa jinên hatine revandin ne diyar e. Gelo PDK’ê li ser vê çi difikire, Kurd çi difikirin? Divê Kurd hêza ku Şengal anî vî halî, lanet bike. Kurdên ku vê nekin divê nasnameya wan ya Kurdayetiyê were lêpirsînkirin. Tiştek wisa çawa tê qebûlkirin? Wê 5 hezar jinên Êzîdî werin revandin û li bazaran werin firotin, em ê jî ji bo rizgarkirina canê xwe wan feda bikin. Paşê jî em ê rabin li ser navê Kurdayetiyê siyasetê bikin. Hinek jî wê bibêjin; ‘Wey çi baş siyasetê dike’ û li pey wan biçe. Bi mudaxeleya HPG u YPG’ê pêşiya komkujiyekê hat girtin. Di encama vê têkoşîn û berxwedanê de hêza cewherî ya Êzîdiyan hat avakirin, şaştiya vê mijarê çi ye? Ger li Başûr sîstema federe heye, divê Êzîdî jî di nav wê de cih bigirin. Yan jî ger wê di nav Iraqê de cih bigirin divê dîsa xwedî heman statuyê bin. PDK li hember vê yekê disekine, dibêje PKK û HPG li Şengalê hêzeke dagirker in. Qet behsa wê nakin ka çawa Şengal pêşkêşî DAIŞ’ê kirin."
‘Dixwaze tevahiya Kurdistanê bike milkê xwe’
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn da xuyakirin ku PDK bi dewleta Tirkiyeyê re li hemberî parçeyên Kurdistanê di nava lihevkirinê de ye û got, "PDK dixwaze tevahiya Kurdistanê bike milkê xwe û li gorî dilê xwe birêve bibe. Ev nêzîkatî ji bo Kurdan tehlûkeyeke gelekî mezin e."
‘Mesele ne tenê rizgariya Bakurê Sûriyeyê’
Riza Altûn, der barê operasyona QSD'ê ya Rizgarkirina Bakurê Reqayê de, ku di 24'ê Gulanê de hat destpêkirin de jî got, "Operasyona Reqayê girîng e. Reqa ji destpêkê ve bajarek e ku ji aliyê DAIŞ'ê ve weke navend tê bikaranîn. Hem bandorê li tevahiya Sûriyeyê dike, hem bandorê li Rojava-Bakurê Sûriyeyê hem jî bandorê li herêmên Iraqê yên mîna Mûsil û Şengalê dike. DAIŞ'ê pişta xwe spart vê derê û gelek çeper bi dest xistin."
Riza Altûn modela çareseriyê ya Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi bîr xist û got, "Êdî mesele ne tenê rizgariya Bakurê Sûriyeyê ye. Ji vê jî wêdetir, ya girîng avakirina Sûriyeyeke demokratîk e.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn da zanîn ku divê serweriya DAIŞ'ê ya li Reqayê ji holê were rakirin û got, "Pêwîst e Bakurê Sûriyeyê, bi giranî jî Rojava di vê çarçoveyê de were nirxandin. Ber bi Bab, Minbic, Cerablûs, Ezazê ve divê her du bi hev re werin nirxandin. Tiştekî bi vî rengî nayê qebûlkirin; 'Operasyona Reqayê were lidarxistin, lê herêmên din bila bên hiştin'. Ev nêzîkatî ne rast e, nayê qebûlkirin. Divê bi rengekî hevgirtî were nirxandin. Ji ber ku divê siyaseta li Sûriyeyê were meşandin, hevgirtî be."
NAVENDA NÛÇEYAN