Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor a li Strasbourgê ji aliyê 15 çalakvanê kurd ve hatine destpêkirin di roja 13’emîn de ye. Dr Fahrettîn Gulşen ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hate peywirdarkiririn. Gulşen agahî da ANF’ê û diyar kir ku di kontrola duwmîn a tenduristiyê de hate dîtin ku rewşa çalakgeran ber bi xirabiyê ve diçe. Dr. Gulşen, aşika (gedek) 15 çalakvan li hev dikeve, kîlo wenda dikin, tansiyona wana dikevin, di warê dîtinê de pirsgirêk hene û serê wan diêşin.
Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku Gonul Kaya, Fuat Kav û Harûn Yilmaz bi ‘enfeksiyona grîbal a giran ketine’. Doktor destnîşan kir ku semedê vê yekê lokala dêrê ya ku çalakger têde dimînin û retûbet û beton e. Bijîşk diyar kir ku çalakgerên kurd pir bi biryar in, ji ber wê jî guhdarî vê yekê nakin. Dr. Gulşen diyar kir ku guman heye ku ev enfeksiyona grîbal belav bibe. 

ANF/STRASBOURG