Wan rojên dawiyê siyaset li Tirkiyeyê û li bakûrê Kurdistanê gelekî germe.
Ji aliyekêve tecrîda li ser birêz Ocalan û ziyareta Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ya Amedê û nîqaşên li ser hevditinên Erdogan û Kiliçdaroglu. Îro 317 rojin ku hevdîtin li Îmraliyê tê astengkirin. Fikarên mezin hene, pêwiste herkes hişiyar be û herkes berpirsiyariya xwe bicîh bîne. Heya kengî bêdengiya Ewropa berdewam be? Qey Ewropa peyama çalakvanên greva birçîbûnê ya 52 rojan dom kir hên fam nekiriye?
Her roj operasyon, kuştin, girtin û cezakirin hene lê Ewropa hê jî bêdenge. Gelo Tirkiyê bi kurve diçe? Li gorî baweriya min nîqaşên nû wê destpêbikin, bi wê pakêta çareseriyê. Gelo ji bo girtiyên Ergenekon û Balyoz wê afuyekê giştî bê îlankirin? Li gorî baweriya min ne ji bo çareseriya pirsgerêka Kurd de, tenê ji bo Ergenekon û Balyoz, wê biryareke wisa bê dayîn. Pêwiste mirov bifikre êdî li zindanan jî cîh nemaye û her roj girtin çedibin, pêwiste zindan ji bo girtinên nû bên valakirin, ev jî siyaseta AKP ye.
Rûyê rast yê AKP ê di ziyareta Erdogan a Amedê de diyarbû ku pirsgerêka Kurd di rojeva wan de nemaye û pêşiyê mizgîna zindanekê nû dabû û îro jî, mizgîna camiyeke nû dide. Eve projeya AKP ji bo Amedê!
Lê belê gelê Amedê bersiva wî da û jê re gotin: „Çiqas siyaseta te vala be, li goriya wê jî kolanên Amedê vala ne.
Pêwiste Erdogan û AKP vê mesajê fêm bikin. Te 7 hezar siyasetmedarên Kurd girtin bi navê ‘perosyona KCK’ê, lê belê KCK ne qediya. Me Newroza 2012’an dît tû ne 7 hezaran Kurdan jî bigrî, 70 hezaran jî bigirî, ev xebat wê bê berdewam kirin. Ji bo wê jî ez giringî didim çareseriya pirsgerêka Kurd, ne îro CHP jî tenê, bi salane gelê Kurd paketên çareseriyê pêşkeş dike û lê belê te qebûl nekiriye.
Bersiva wê tenê operasyon bûn, lê belê gelê Kurd herdemê ji gotinên xwe yên aşîtiyê venegeriya ye. Ji bo Çareserkirina pirsgerêka Kurd pêwiste tecrîda li Îmraliyê bê rakirin, muzakere û hevditinê Osloyê bên destpêkirin. Konferansa netewî gereke di demeke nêz de bê lidarxistin. Cavê gelê Kurd li wê Konferansê ye û pêwiste partiyên Kurd li gorî berjewendiyên gel hareket bikin. Banga min ji bo partiyên Kurdan ewe; Werin û destbavêjin wê pirsgerêke ku sala 2012’an bibe sala azadiyê û aşitiyê û derê hemû zindanan bê vekirin.
Rewşa dawî