Armanca çavtirsandinê
Ji aliyê din ve Yekîtiya Star li bajarê Efrînê jî bi amadebûna Endama Desteya Bilind a Kurdî Ilham Ehmed û bi dehan jinên bajêr li navenda Saziya Malbatên Şehîdan, civînek berfereh lidar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Desteya Bilind a Kurd Ilham Ehmed ji beşdaran re rewşa dawî ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ravekir. Ehmed, bal kişand ser êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê û got: "Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê komên girêdayî rejîma Baasê bi awayekî plankirî û bi armanca çavtirsandina gel çêbûne.’’
Ehmed, ji gel xwest ku xwedî li berxwedana YPG derkevin û deskeftiyên şoreşê biparêzin û di dawiya axaftina xwe de banga hişyariyê li hember lîstik û kiryarên van komên çete li gel kir.Civîn bi bersivdayîna pirsên beşdaran bidawî bû.
ANHA/SERÊKANIYÊ-EFRÎN