Girtiyên jin diyar kirin ku ji roja Girtîgeha Şakranê hate vekirin heta niha her tim wan binpêkirinên mafên mirovan parve kirin û wiha gotin: "Ligel her tim me bertekên xwe bi riyên demokratîk anîn ziman em tu encam bi dest nexistin. Hewildanên me yên çareseriyê hre tim ji aliyê girtîgehê ve paşve hatin vegêrandin, daxwazên me hatin taloqkirin. Zextên rêveberiyê bi plansazî û bi taybet li hemberî vîna me bişkênin hatin meşandin. Pêkanînên hevalên meyên nexweş nehatin dermankirin, lêgerîna tazî, astengkirina mafên me yên qadê hevpar, lêgerînên mehane, parvekirina pirtûkan û qurs gelek pirsgirêkên din tên jiyîn. Hemû hewildanên me yên çareseriya van pirsgirêkan bi cezayên dîsîplînê hatin bersivandin."


'Me tu encam bi dest nexist'

Girtiyên jin bi taybet bal kişandin ser pirsgirêkên di meha dawî de dijîn û wiha destnîşan kirin: "Hevalên me yên ji Girtîgeha Denîzliyê anîn vir ên bi navên Buşra Ozel, Nupel Ermîş, Damla Nalçakan û Melek Yeter neşandin me me û birin bloka kesên serbixwe. Van hevalan gelek caran daxwazname dan da ku bên cem me dîsa jî neanîn. Em dibînin ev pêkanîn ji bo kesan serxwe bikin xistin dewreyê. Em vê yekê teqez qebûl nakin. Ji 14'ê adarê heta niha hevalên me Buşra Ozel, Damla Nalçakan, Melek Yeter, Nupel Ermîş di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem de ne. Ji bo piştgiriyê bidin wan di 15'ê adarê de hevalên me Neslîhan Altun, Tuba Tekîn, Eylem Etlî û Nesrîn Akgul jî dest bi çalakiya greva birçbûnê ya bêdem kirin û çalakî hêj berdewam dike. Hevalên me yên di çalakiya greva birçîbûnê Buşra, Damla, Melek, Nupel, Neslîhan û Tuba ligel rapora doktor hebû jî birin dadgehê. Di derketina dadgehê de hevala me Buşra Ozel ji ber çopên leşkeran avêtin ser pêlekanan ket ji ser û pişta xwe nerihet bû. Ligel fermandara jin û tu leşkeran mudaxele li nekir. Li ser isara hevalên me kelepçeyên wê hatin vekirin lê ji bo hevalên me alîkariya wê bikin daxwaza kelepçe vekirina wan nehate qebûlkirin. Di rewşên wisa de ji bo bibin nexweşxaneyê anîn girtîgehê li ser irsara me birin beşa lezgînî. Rewşa 9 hevalên me yên di çalakiya greva birçîbûnê de her diçe nebaş dibe."
Girtiyên jin dan zanîn têkidlarî pirsgirêkan de ji Wezerata Dadê, Serdozgeriya Komarê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û gelek saziyên din re daxwazname nivîsandin û wiha bilêv kirin: "Ji van saziyan heta niha me tu encam bi dest nexist. Bêdengiya van saziyan ji rêveberiya girtîgehê re dibe cesaret. Em li bendêne ku çapemenî û raya giştî li hemberî van binpêkirina bi hestiyar be."  
 
'Jiyana wan di talukê de ye'

Dayîka girtiya bi navê Leyla Yildiz a li Girtîgeha Jinan a Şakranê di çalakiya greva birçîbûnê de Vahîde Yildiz têkildarî mijdarê de got; "Jiyana van zarokan di talukeyê de ye. Ez ji jiyana keça xwe û hevalên wê bi fikar im. Ji ber ku baş nîn in."
Dayîka girtiya bi navê Leyla Yildiz a li Girtîgeha Jinan a Şakranê di çalakiya greva birçîbûnê de Vahîde Yildiz, diyar kir ku rewşa keça wê ne baş e. Yildiz, anî ziman ku bi telefonê bi keça xwe ra axivî û wiha got: "Dengê keça min gelek nebaş bû. Diyar kir ku tu kes bi wan re eleqeder nabe. Çalakî berdewam dike. Keça min got rêveberiya girtîgehê hikûmxwar û girtî ji hev cuda kirin e. Dem hatin cudakirin zor hatiye bikaranîn û ew darp kirin." Yildiz banga bi hestiyariyê li raya giştî kir û wiha axivî: "Jiyana van zarokan di talukeyê de ye. Ez ji jiyana keça xwe û hevalên wê bi fikar im. Ji ber ku baş nîn in. Min keça xwe di dadgehê de dît gelek zeyîf bûye û tenê dijî."

Girtî û hikûmxwar cuda kirin

Rêvebera Navenda ÎHD'ê Necla Şengul jî li gorî agahiyên bi riya parêzeran girtin, got daxwazên girtiyên jin hatin qebulkirin lê girtî û hikûmxwar hatine cudakirin.Şengul, anî ziman ku çalakiya girtiyan a bi armanca şermezarkirina pêkanînên dijdemokratîk ên girtîgehê berdewam dike û çalakiya xwe bi dawî nekirin e.

DÎHA/ÎZMÎR