Nebûna xizmetguzariyan jî pirsgirêkeke din a koçberên kampê ye û koçbereke din a bi navê Sumeyya di vê derbarê de got: ‘’Tu xizmetguzariyek nîne, kes li pirsgirêk û êş û nexweşiyên me napirse, em hest bi xerîbiyê dikin, şeş meh dibe şîr û xwarina zarokan nedane me, di mehekê de tenê yek carê xwarinê didin me.’‘ Sumeyya bi çavên tejî rondik wiha axifî: ‘’Ji ber nebûna xizmetguzarî û rewşa xirab a ewlekariyê me berê xwe daye Başûrê Kurdistanê, lê li vê derê jî hîç tiştekî me nîne, loma em dixwazin aliyên peywendîdar bi hewara me ve bên û pirsgirêkên me çareser bikin, ji ber bi rastî jiyana me kambax e.’‘
Derbarê mijarê de Rêveberê Nehya Erbet Hoşyar Mistefa ji malpera Xelk re got: ‘’Me wek hikûmet û aliyên berpirs ên navçeyê alîkarî kiriye, me kampek ji wan re çêkiriye ku 2 hezar û 48 çadir tê de ne ku li komelgeha Barîke ya Erbet e. Herwiha me rê li ber wan vekiriye daku biçin ji xwe re kar bikin, lê dîsan jî her kêmasî çêdibin, loma em daxwazê ji rêxistinên xêrxwaz û navdewletî dikin ku hevkariya me bikin.’‘
SILÊMANIYE