MISTEFA ÇOBAN/BÊRÎTAN SARYA / ANF/HESEKÊ
5 hezar girtiyên DAÎŞ‘ê hewl didin birevin. Bûyerên li girtîgeha Hesekê diqewimin kir ku pirsa “Gelo bûyer ji berê ve hatiye plankirin” xist rojevê.
Çeteyên DAÎŞ‘ê yên li girtîgeha Hesekê ku bi giranî li Baxozê hatibûn girtin, pêr êvarê saet di 20:00 de tevlîhevî derxistin. Çeteyan hewl dan wezîfedarên ewlekariyê dîl bigirin û piştre jî deriyên ji hesin ji şûna wan rakirin û pê dîwar qul kirin.
Bi destpêkirina bûyerê re hêzên QSD’ê li nava girtîgehê û derdora wê tevdîrên ewlekariyê zêde kirin. Ji bo dest li êrişeke gengaz a ji derve ve bê girtin, rêyên berê wan li girtîgehê ne hemû hatin girtin. Balafirên hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî li ser girtîgehê ji nizm ve firiyan.
Çeteyan bi malzemeyên paqijiyê li ser betaniyeyên li koxûşan nivîs nivîsîn û daxwaza “alîkariya însanî” li Koalîsyona Navneteweyî û Xaça Sor kirin. Piştre jî dirûşm qîriyan û kamerayên li koxûşan şikandin. Çeteyên ku deriyên koxûşan şikandin, ji koxûşan derketin û derbasî korîdoran bûn. Hin çeteyên ku derbasî korîdorê bûn hewl dan deriyên koxûşên din jî bişikînin û deriyên li korîdorê hewl dan ji şûna wan rakin. Piştî ku bûyer mezin bû hêzên ewlekariyê yên girtîgehê kontrola hin korîdoran winda kirin.
DAÎŞ’iyên ku deriyên koxûşan şikandin û xwe gihandin heta hewşa girtîgehê, ji ber ku tarî bû xwe li hin deveran veşartin û amadekarî kirin ku êrişî personelên ewlekariyê bikin. Hêzên ewlekariya girtîgehê jî ji ber êrişeke gengaz a çeteyên ji koxûşan reviyan, ji bo destwerdanê li benda hilatina rojê man.
Rayedarên girtîgehê diyar kirin ku rewş bêhtir krîtîk bûye, ji bo kontrolkirina rewşê zor û zehmetî hene û dibe ku kontrolê ji dest bidin.
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîyel jî der barê bûyerê de daxuyaniyek da û da zanîn ku
çeteyên DAÎŞ’ê hewl dane ji Girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran a Hesekê birevin û got: “Di vê girtîgehê de bi hezaran DAÎŞ’iyên biyanî lê girtî ne. Hêzên Antîterorê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi destekdayîna balafiran, cihê bûyerê dorpêç kir. Qet çeteyekî DAÎŞ’ê nereviyaye, û girtîgeh di bin kontrola me de ye.”