Li gor wê raportê, tundûtûjî hêşta her gefeka mezin e bo ser xelkê sivîl û eşkencedan berdewam e.
Peyvdarê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekgirtî Rupert Colville got ku 3 hezar heta 4 hezar kesên sivîl li sala 2010 hatîne kuştin.
Colville dibêje, rewşa mafên mirovan li Kurdistana Îraqê hindek baştir e, lê hêşta astengên mezin hene.
Şarezayên mafên mirovan dibêjin, rewşa mafên jinan li sala 2010 her xirab bû û kuştina jinan bi navê şerefê berdewam e. Herwiha li bakûra Îraqê jî keç di bin gefa sinetkirinê de ne.

Her di wê salê de hêriş li dijî kêmahiyên Îraqî berdewam bûn bi taybet li dijî Mesîhî, Êzîdî û Şebekan.

NEW YORK