Wezîra Parastinê ya Efrîkaya Başûr Lindiwe Sisulu diyar kir ku ji bo teşhîskirinê, ji bo Mandela laparoskopî hatiye kirin. Laparoskopi; bi kamerayeke biçûk di kûna li zik de organên di hindurê zik de nîşan dide. Sislulu diayr kir ku rewşa Mandela “li gorî temenê wî” pir baş e. Tê payîn ku Mandela sibê ji nexweşxaneyê derbikeve. Nelson Mandela (93), duh ji ber zikêşê li Johanesburgê rakiribûn nexweşxaneyê.
JOHANESBURG