Komîteya Perwerdeyê ya kantona Girê Spî (Til Ebyed) ji bo diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daxuyanî da û xwest di zûtirîn demê de rewşa ewlekarî û tenduristiya Ocalan bête eşkerekirin.

Daxuyanî bi amadebûna Hevserokatiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rûken Hecî Henîf, Mihemed Casim û hejmarek mamosteyan ji aliyê Berdevka Peymangeha Şehîd Roşîn Mihemed Îsa ve hate xwendin.

Komîteyê got, “Serketinên girîng çi di asta siyasî û çi jî di asta eskerî de bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatine.

Em kiryarên hikûmeta AKP`ê û bêdengiya navnetewî ya derheqê rewşa Rêbertiyê de şermezar dikin. Bi milyonan kesên bi ramanên Rêbertiyê hatine girêdan, lê ti zanyarî ji Rêbertiyê nayê girtin, ji ber wê, em dixwazin ku di zûtirîn demê de rewşa Ocalan bête diyarkirin.”

Komîteyê soz da ku ew ê têkoşîna xwe heta bi rizgakirina Ocalan dewam bikin. 


ANHA / GIRÊ SPÎ