Civînên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Îtalyayê, li bajarên Modena û Grosettoyê dewam kirin.
Civîna li Modenayê ji aliyê Komîteya Kurd ve li Estîtuya Berxwedanê ya Teknîkê (Instituto Tecnica Resistenza) hate lidarxistin û tevî Kurdistaniyan gelek Îtalyayî tevlî bûn. Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û rojnamevan-nivîskar Fûat Kav weke qiseker beşdarî civînê bû û got, “Hêzên emperyalîst û Tirkiye, ku xwestin bi komploya navneteweyî re tevger û gelê Kurd tine bikin, bi ser neketine. Gelê Kurd li dijî êrîşan li ber xwe daye, bi vî rengî xurtir bûye û êdî li Rojhilata Navîn bûye xwedî gotin.” Kav herî dawî got, “Hemû hêz bi ser me ve werin jî, serketin wê ya gelê Kurd be.”
Li Grosetto bal kişandin ser tecrîdê
Civîneke din li bajarê Grosetto yê Îtalyayê pêk hat û ji aliyê Komîteya Kurd a Grosetto ve hate organîzekirin. Civîn li Grosetto Castel Del Pîano hat lidarxistin û ji parêzerên Ocalan Mahmût Şakar weke qiseker tevlî bû. Şakar got, “Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro bi nîqaşên li ser îdamê dewam dike.”
Şakar bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û bibîr xist, destûr nayê dayîn Ocalan malbata xwe û parêzerên xwe bibîne. Şakar destnîşan kir, ku gelekî girîng e di referandûmê de li dijî ‘Koalîsyona Şer û Faşîzmê’ dengê ‘NA’ bê dayîn.
Di vê navberê de Komîteya Kurd li Îtalyayê daxuyaniyek da û ragihand, wê heta ‘Meşa azadî ji Ocalan re’ ya roja 11’ê Sibatê civînên bi vî rengî li bajarên cuda bên lidarxistin.
MODENA / GROSETTO