
Sermayê rewşa penaberên Iraqê yên ku li deriyê sînor ê Recim Selîbî li çolê ne dijwartir kir, lê rêxistinên mirovî alîkariya wan nakin.
Bi sedan penaberên Iraqê ji ber şer û pevçûnên ku li bajarê Mûsilê û herêmên derdorê diqewimin, berê xwe dan herêmên Rojavayê Kurdistanê. Lê ew li deriyê sînor ê Recim Selîbî yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de li çolê û li ber sermayê di rewşeke pir zehmet re derbas dibin û tu rêxistinên mirovî destek nadin wan û pêdiviyên zivistanê ji wan re peyda nakin.
Beriya du rojan bi sedan malbatên Iraqê gihiştin deriyê sînor li çolê ne û bê cih û warin. Nûçegihanê me li nav wan geriyan û rewşa wan ji nêz ve şopandin.
Xebatkarên Heyva Sor a Kurd dane zanîn ku ji ber sermaya zivistanê nexweşiyên wekî ′Laşmaniya, Şewb û hwd′ li gel penaberan peyda bûne. Her wiha diyar kirin ku rewşa penaberan her ku diçe hê zehmetir dibe.
Penaberan bang li rêxistinên mirovî û yên alîkariyê kirin ku destek bidin wan û bi erkên xwe yên mirovî rabin.
DILSOZ DILDAR / ANHA / HESEKÊ