Kovara Rewşenê destpêka Sibata 1992'yan de dest bi weşanê kiribû. Di ser re 27 sal derbas bûn. Di salvegera Rewşenê de Cemil Oguz, belgefilma ku wî senaryoya wê nivîsî û dehêneriya wê kir, li ser YouTube belav kir. Ev filma li ser kovara Rewşenê bi Kurdî ye û bi jêrnivîsên Tirkî û Ingilîzî lê dikare bê temaşekirin.
Cemil Oguz sala 2011'an belgefilm çêkiribû û niha yekem car e ku li ser Youtube li her kesî hatiye vekirin.
Belgefilm bi ser Rewşenê re qala salên 90'î, bipêşketina kovargerî, ziman û derketina nifşê Rewşenê dike. Belgefilm di serî de li Festîvala Filman a Stenbolê li gelek festîvalan hat nîşandayîn.
Derhêneriya dîmen a belgefilma 44 deqîqeyan dirêj, Cahit Çeçen kiriye, wî û Savaş Boyraz kamaremanî jî ji bo belgefilmê kiriye. Lînka belgefilmê jî ev e:
https://www.youtube.com/watch?v=iakO30BJ5bU&feature=youtu.be
NAVENDA NÛÇEYAN