Konferansa Yekîtiya Rewşenbîran bi girtina biryarên girîng ji bo bipêşxistina civakê, bi dawî bû.
Konferansa duyemîn a Yekîtiya Rewşenbîran li Kantona Efrînê hat lidarxistin. Piştî axaftinan, rapora salane hat xwendin û nîqaşkirin.
Di nîqaşan de hat destnîşankirin ku divê rewşenbîr bi pênûsa xwe têbikoşe û dengê şoreşê ragihîne tevahiya cîhanê.
Her wiha pêşniyaz hat kirin ku mercên Endamtiya Yekîtiya Rewşenbîran bêne diyarkirin û nasnameyan Endamên Yekîtiyê bêne derxistin.
Planên ji bo siberojê
Piştre rêziknameya Yekîtiyê hat xwendin û hin guhertin tê de çêbûn, wekî guhertina dirûşmeya Yekîtiyê, rûniştandina sîstema Hevserokatiyê.
Di dawiyê de jî planên paşerojê yên wekî ″salane lidarxistina mihrîcana El-Kelîme, destpêkirina hemleya ″Em bixwînin″, organîzekirina sermîneran û çêkirina rûpeleke elektronîk a Yekîtiyê″ hatin diyarkirin. Her wiha Endamên Meclîsa Rêvebirina Yekîtiyê hatin hilbijartin.
ANHA/EFRÎN