Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê, ku 15-16’ê Tîrmehê li Silêmanî pêk hatibû bi awakî fermî û nivîskî ragihand. 

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê 15-16’ê Tîrmehê li Silêmanî bi beşdariya qederê 60 partiyên siyasî, sazî û dezgeh û bi sedan rewşenbîr, nivîskar, rûspî, şexsiyetên serbixwe yên ji çar parçeyên Kuridstanê pêk hat, KNK´ê jî dih bi fermî encamnameya şêwrê ragihand. 

Di encamnameyê de hat ragihandin ku biryar e ku xebatên Şêwrê bêtin dewamkirin û xebat dîsa bi pêşengiya KNK’ê bi rê be biçin. Di encam nameyê de diyar dibe ku xalên roja dawî ya şêwrê li ser wan hatî lihevkirin û heman êvarê bi raya giştî re hatin parvekirin wekî encamname, hatine parastin û hin xalên girîng jî lê hatine zêdekirin. Xalên li encamnameyê zêdekirî û qebûlkirê elaqdarî referandûma çav li rê ye 25 Îlonê bi rêve biçe, rewşa Rojhilataê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ne.  


Li benda vexwendinê nesekinin

Di metna encamnameyê de îşaret bi dewra rewşenbîr û kesayetên beşdarî xebatên yekîtiya neteweyî bûyî hat kirin û hat gotin, “li benda dawetkirina Kongreya Neteweyî nesekinin. Pêwîst e ji bo vê xebatê hûn pêşengiyê bikin û di asta yekemîn de xwe berpirsyar bibînin.”

Ev xalên girîng û yên lê hatî zêdekirin wisa ne:

* Tevhiaya beşdarên şêwrê li ser zarûriyeta yekîtiya neteweyî hemfikr in û beyan dikin ku ew ê berpirsiyariya dikeve ser milên wan bi cih bînin.

*  Beşdar biryardar in ku divê xebat bê navber dewam bikin heta biserxistina pêkhatina Kongreya Neteweyî.

* Prensîp û rêbazên Yekîtiya Neteweyî mijareke kilît in ji bo pêkhatina wê. Ji ber wê jî divê partiyên siyasî, rewşênbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, alimên dînî, rûspî û jinên civaka me bi berfirehî minaqeşe bikin. Ji bo vê biryar hat dayîn ku li Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewrûpayê xebatên dewlemend bên birêvebirin.

*  Şêwra me tevlîkirina hemû aliyan weke prensîp qebûl kiriye. Ji ber wê jî xebatîn ji bo beşdarkirina aliyên beşdarî gava yekem nebûyî wê bê navber dewam bikin.

* Divê sûd bête girtin ji fikrên jinên Kurd ên ku komîteyeke ji bo yekîteya neteweyî damezrandine û çalaktir beşdarkirina wan di xebatên yekîtiya neteweyî de.

Ji bilî van xalan di metnê de bang li aliyên beşdarî şêwrê nebûyî hat kirin ku bi berpirsiyariya xwe rabin û beşdarî xebatên pêkanîna Kongreya Neteweyî bibin.


Xalên lê zêdekirî

*  Referandûma Başûrê Kurdistanê pêwîst e bi qanûnê û di bin sîwana dezgeyên rewa û bi beşdarbûna hemû hêzen siyasî de bi rê ve biçe.

* Beşdarbûyên civîna şêwrê bang li hêzên siyasî yên rojhilata Kurdistanê bête kirin. Guman tê de nîne ew nêzîk bûn wê hêzek mezin bide xebat û tekoşîna gelê me  û fişar bide ser kiryar û reftarên ne mirovî yên rêjîma dagîrker ya Îranê.

* Beşdarbûyên şêwrê wan êrîş û gefên li dijî bi giştî Rojava û bi taybetî li dijî Efrînê, bi êrîşên li dijî xwe dibînin û bang li gelê Kurdistan û raya giştî dikin ku xwedî li Rojava derkevin. Her wiha bangewazi ji bo avakirina Şengalê dikin.

* Giyanê lêbûrînê û bi hevre jiyanê ya gelên Kurdistanê baweriyên cuda û hemû pêkhateyên etnîk û rêz li hev du girtin û qebûlkirina hev du, zeminê xweşjiyariyê ye ji bo hemûyan.