Kalkan li ser Kakaî: Di vê mijarê de bi baldarî li me guhdarî dikir û hewl dida fêm bike. Di tevahiya jiyana xwe de bû dostekî samîmî yê Rêber Apo û PKK’ê. Dema ku Wezîrê Çandê bû ji bo xwedîderketina li Rêber Apo karekî girîng kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan qala dostaniya xwe ya bi seyîdê Kakaî, pêşmerge, siyasetvan û rewşenbîr Felakeddîn Kakaî kir ku beriya 6 salan 31´ê Tîrmeha 2013´an rehmet kiribû.

Kalkan ji bo dostê xwe dibêje, “Di Kanûna sala 1982’an de min li herêma Lolan-Xinêre heval Felakedîn Kakaî nas kir. Di zivistana sala 1982-83’an de em li heman herêmê bûn û her ku me firsend didît, me hev didît. Ew bi xwe berpirsyarê navenda PDK’ê ya li herêmê bû û têkiliya xwe bi hemû biryargehên pêşmergeyan re hebû. Di heman demê de karê propagandaya PDK’ê dikir. Li heman herêmê hêzeke gerîla ya PKK’ê hebû ku vegeriyabû welêt. Hevalên Egîd û Sabrî jî di nava vê hêzê de bûn û di asta rêveberiyê de bûn. Em bi van hevalan re man û bi giranî me bi hev re hevdîtin û nîqaş dikirin. Şehîd Hamît Avci jî bi rengekî çalak beşdarî vî karî bû.”

Welatparêzekî urdistanê bû

Kalkan i ser rewşenbîriya Kakaî jî dibêje, “Xwe baş perwerde kiribû, yekî zane û xwedî çand bû. Rewşenbîrekî rasteqîn bû, welatparêzekî Kurdistanê bû. Hewl dida rastiya Rêber Apo û PKK’ê ji nêz ve nas bike. Di vê mijarê de bi baldarî li me guhdarî dikir û hewl dida fêm bike. Di tevahiya jiyana xwe de bû dostekî samîmî yê Rêber Apo û PKK’ê. Dema ku Wezîrê Çandê bû ji bo xwedîderketina li Rêber Apo karekî girîng kir.

Beriya her tiştî rewşenbîr û welatparêzekî rasteqîn ê Kurdistanê bû. Di asteke bilind de girêdayî rizgarî, azadî û yekîtiya Kurdistanê bû. Mirovekî xwedî tecrûbe bû ku dixwend, lêkolîn dikir, di her mijarê de nêrînên xwe hebû. Bi rêzdarî nêzî nêrînên cuda dibû, bi baldarî li wan guhdarî dikir, mirovekî demokrat bû.”

Kalkan ji Kurdiya Kakaî fêm dikir

Kalkan wekî din bi bîra xwe tîne ku wî ji Kurdista Kakaî xweş fêm dikir, lê piştî ku li Rojava û Ewrûpayê, her wiha di hepsê de ma, wî hin gotin ji bîr kirine: “Demekê li Mêrdînê û nêzî salekê jî li Qamişloyê min kar kir. Piştre li Elmanyayê dema di girtîgehê de min gelek gotin ji bîr kirin. Kurdiya Felakeddîn xweş bû. Min ji gotinên wî fêhm dikir. Jixwe, em li ser siyasetê diaxivin û zimanê siyasetê jî yek e.”

Hevdîtina li Şamê

Duran Kalkan dibêje, piştre di sala 1984’an de wan hev li Şamê dîtiye û wiha peyivî: “Ji bo civîna me ya Komîteya Navendî çûbûm Şamê. Wê demê ew jî çûbû Şamê û xwestibû Rêber Apo bibîne. Haya me ji hev nebû. Rêber Apo got, ‘Dostê we Felakeddîn hatiye, dixwaze min bibîne, tu jî were em bi hev re wî bibînin’. Hevdîtin li devera me hate kirin û heval Felakeddîn hate komuna PKK‘ê. Dema ku li derî xist ez çûm û min derî lê vekir. Bi tenê hatibû. Dema ku ez dîtim, matmayî ma. Eşkere bû ku ne li benda dîtina min bû. Bi fikar bû ka gelo di navbera PKK û PDK’ê de di têkiliyên wan de rewşeke nerênî heye yan na. Ka gelo ez lewma hatime Şamê yan na. Wî têkiliyên PKK û PDK’ê gelekî girîng didîtin û di her firsendê de dianî ziman. Bi tirs got, ‘Hevalê Ebbas gelo tiştekî nerênî qewimiye?’ Min jî bi ken jê re got, ‘Tiştekî nerênî nîne, ji bo karên rêxistinî hatim vê deverê’. Bi vê gotinê re rehet bû. Piştre bi Rêber Apo re dirêj peyivî, nîqaş kir. Hema bêjin tiştekî ku nehatibe axaftin nema.”

Wî yekîtî weke esasê rizgariyê didît

Felakeddîn Kakaî yekîtiya neteweyî weke esasê rizgariyê didît û Duran Kalkan li ser vê helwêsta wî jî dibêje, “Bêguman Kakaî yekîtiya neteweyî ya Kurdan gelekî girîng didît û weke esasê rizgariyê didît. Ew li ser vê meseleyê, xwedî nêrînên gelekî demokratîk bû. Timî dixwest ku her rêxistin di nava yekîtiya neteweyî de hebe. Di vê çarçoveyê de têkiliyên PKK û PDK’ê hêja didîtin. Destnîşan dikir ku bi yekîtiya neteweyî Kurd dikarin azad bibin.”

Di dawiya hevpeyvînê de Duran Kalkan Kakaî bi rêzdarî bi bîr anî.

SEYÎT EVRAN / ANF/BEHDÎNAN