Şandekî rewşenbîr û nivîskarên rojavayê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê ne. Piştî hevdîtinên li Qendîl û Silêmaniyê, li Hewlêrê ligel wezîrê wezareta rewşenbîrî û ciwanan ê hikûmeta Herêma Kurdistanê hevdîtinek saz kirin. Rewşenbîrên Rojava daxwaza lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Rewşenbîrî kirin û wezîrê rewşenbîrî jî piştgiriya xwe ji bo wê daxwazê anî ziman.
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd li Kantona Cizîrê û endamê şandê Ebdulselam Ehmed derbarê hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê ji RojNewsê re wiha got: “Me wekî şandeke rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê serdana başûrê Kurdistanê kir û me li gel aliyên rewşenbîrî û serekî yên başûrê Kurdistanê hevdîtin kirin. Me di hevdîtinan de guftûgo li ser mijarê weke, mîhrîcan, festîfalên hunerî û rewşenbîrî yên hevbeş kirin. Herwiha di asta rewşenbîrî de jî pêwîstiya gelê kurd bi wê yekê heye ku pêngavên giring werin avêtin. Ji bo vê yekê jî pêwîste gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hevkariya hev bikin. Di vê çarçoveyê de me ligel wezîrê rewşenbîrî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qendîl û çend dezgehên li Silêmaniyê hevdîtin pêkanîn. Hemûyan jî piştgiriya xwe ji bo projeya me anîn ziman.”

Çand û wêjeya netewî

Eddulselam Ehmed wiha got: “Xalekî din a hevdîtinên me yên ligel Qendîl, dezgehên rewşenbîrî yên başûrê Kurdistanê û wezîrê rewşenbîrî lidarxistina Kongreya Netewî ya Rewşenbîran bû. Ji bo em bikarin rewşenbîrî, wêje û çanda her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girê bidin. Herwiha ji bo em navendekî akademî û rewşenbîrî li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê ava bikin, pêwîstiya me bi Kongreya Netewî ya Rewşenbîrî heye.”

Xebatên rewşenbîrî wê bidomin

Wezîrê rewşenbîrî û ciwanan ê hikûmeta Herêma Kurdistanê Xalid Doskî jî derbarê civîna wan a ligel şanda rewşenbîrên Rojava de ji RojNewsê re wiha got: “Tevgera rewşenbîrî ji nû de li rojavayê Kurdistanê dest bi kar û xebatên xwe kiriye. Şandeke nivîskar û reşwenbîrên rojavayê Kurdistanê daxwaz ji başûrê Kurdistanê kirine ku ji bo pêşxistina tevgera rewşenbîriya giştî alîkariya wan bikin. Me wekî wezareta rewşenbîrî amadebûna xwe ji bo alîkarîkirina ji bo wan diyar kir. Çi tişta ji wan re pêwîst be, emê alîkariya wan bikin.”

Wê Konferansa rewşenbîran pêk bê

Xalid Doskî wiha got: “Xalek din a hevdîtinên me yên ligel şanda rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê xortkirina peywendiyên rewşenbîrî yên di navbera rojava û başûrê Kurdistanê bû. Me piştgiriya daxwaza wan kir. Herwiha me di civînê de behsa lidarxistina Kongreya Netewî kir. Wekî wezareta rewşenbîrî em baş dibînin ku di demekî guncaw de li Hewlêrê Kongreya Netewî ya Rewnbîrî were lidarxistin.”

Evê bibe gavek ji bo kongreya netewî

Wezîrê rewşenbîrî û lawan ê hikûmeta Herêma Kurdistanê Xalid Doskî di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Niha pêwîstî bi kongreyekî rewşenbîrî heye. Ji ber divê wekî tevgera rewşenbîran li her çar parçeyên Kurdistanê peyameke me ya eşkere û diyar hebe. Ji bo peyameke me ya rewşenbîrên Kurdistanê ya serbixwe ji bo rewşenbîran hebe. Em dixwazin bi rêya Kongreya Netewî ya Rewşenbîran zextê li aliyên siyasî bikin û ji bo di demekî herî zû de Kongreya Netewî ya Kurd bê lidarxistin.”

ROJNEWS/HEWLÊR