Fezl û teriqa aliman, ger ew bi şaşa gir biya, Cismê kulindê sermezin dê qazî beyzawî biwa.
(Axayok)

Rayedarên AKP’ê ev demek e dest bi stratejiyeke nû kirine. Di hemû daxuyaniyên xwe de Kurdên azadîxwaz wekî “regezperest / Kurdperest” bi nav dikin. Tiştê ji wê xirabtir navê Kurdên azadîxwaz û tirkên regezperest li gel hev bi kar tînin. Piştî mijara dersa vebijêrkî, berdevkê AKP’ê Huseyîn Çelîk got, “Herî zêde Kurdên regezperest û tirkên regezperest ji vê gava dîrokî zivêr dibin.” Îcar gotineke pêşiyan Kurdan heye, dibêjin: “Navê min li te kumê min li serê te.” Ew jî dixwazin Kurdên azadîxwaz bi regezperestiyê sûcdar bikin. Çima? Ji ber ku ew li dijî zilm û zordariya AKP’ê radibin. Li Tirkiyeyê ji rayedarên AKP’ê regezperestir kes tune, jixwe berî hilbijartinê Erdogan jî ev tişt gotibû. MHP êdî bi tenê pêlavan li ber wan rast dike û piştgiriya xwe ji bo kirinên wê diyar dike. Pêşî Bahçelî piştgiriya xwe ji bo gotinên Îdrîs Naîm Şahîn diyar kir, piştre jî di mijara Sûriyeyê de îcar Erdogan spasiyên xwe pêşkêşî MHP’ê kirin. Her wekî Ahmet Altan jî di nivîsa xwe ya roja 29’ê hezîranê de diyar kiribû, îro AKP li ser şopa Enwer Paşa ye. Mixabin hinek Kurdan jî xwe bi dêla wan girtiye, pê re dimeşin.
Hin kar di demeke wisa de têne kirin birînên kûr di dil û hinavên mirovan de vedikin. Ev birîn tu car xweş nabin, ew kirin jî zû bi zû nayên jibîrkirin. Bala xwe bidinê, li aliyekî hemû şaredarên navend û navçeyên Wanê girtin, piştre jî hinek nivîskar û lêkolînerên Kurd li Miksê di bin çavnêriya AKP’ê de berhev dibin û qaşo bi vî awayî Feqiyê Teyran bi bîr tînin. Ma gelê Wanê dê çawa vê kirinê ji bîr bike? Tiştê balkêştir ev lêkolîner û nivîskarên Kurd her ku nêzîkî dewletê dibin, rengê lêkolînên wan jî diguhêre. Bo nimûne Xalidê Sadûnî hindik maye ku kurkê Feqiyê Teyran li parlamentera AKP’ê Gulşen Orhan bike. Ji bo vê yekê hinek helbestên Feqiyê Teyran ên li dijî mîr û began ji pirtûka xwe derxistin. Niha dibêje, “Feqiyê Teyran bi xwe mîr e, ne mimkûn e ku li dijî mîran be.” Belê, dewlet dest bi gihandina mamosteyên Kurdî dike. Zanîngeha Artukluyê ev kar girtiye ser milên xwe. Bala xwe bidinê çi mercan ji mamosteyan dixwazin. Van mamosteyan divê beşên mamostetiya ziman û wêjeya tirkî, zanînên civakî û mamostetiya tirkî, beşa ziman û wêjeya tirkî û zaravayên tirkî yên nûjen qedandibin. Çima tirkî? Çima ne îngilizî, almanî, erebî, farisî… Lê tirkî. Pirsa girîngtir ev e; pisporiya zimanekî din mirovan dike pisporê zimanê Kurdî?
Belê, ew xebata gihandina mamosteyên Kurdî dikin, lê li aliyê din mamosteyên Kurd tên girtin. Ji sedemên girtina kedkarên Kurd yek jî beşdarbûna xebatên parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî ye. Egîtîm-Sen di têkoşîna mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê de xwediyê cihekî taybet e. Bi îhtimaleke mezin dê ev xebat jî di doznameya dozger de cih bigirin.
Îcar mamosteyên ku di warê Kurdî de pispor in dê bên girtin û bikevin girtîgehan, kesên ku zimanê Kurdî fêm nakin jî dê bi lez û bez pirtûkên rêzimana Kurdî amade bikin. Em çi bibêjin, Xwedê vê zilmê qebûl neke.