GULÎSTAN MIHEMED / JIYAN ELÎ / ANHA / GIRÊ SPΠ


Koçberên kantona Girê Spî hê jî her diçe zehmetiyên wan zêde dibin, tevî ku bi dehan rêxistinên alîkariya mirovahiyê ji hundir û derveyî Sûriyeyê hatine. Koçber banga alîkariyê dikin û diyar dikin ku ev rêxistinên hatine bi erka xwe ranabin.

Dema ku bajarê Reqayê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bû, pirraniya malbatên bajêr neçarî koçberiyê bûn û bi sedan ji van malbatan li taxên bajarê Girê Spî hatin bicihkirin. Lê ji ber rewşa koçberiyê, rewşa van koçberan her çû xirabtir bû, nemaze bi hatina demsala zivistanê, pêdiviyên demsalê û xwarin jî gelekî kêm e û hemû rêxistinên li vir, weke tê xwestin bi erkê xwe ranabin.

Taxa Şehîd Sadiq an weke tê nasîn “taxa El-lêl” yek ji wan taxan e ku gelek malbatên koçber têde bi cih bûne û rewşa wan dijwar e.

Tevî ku rêxistinên mirovahî û alîkariyê li bajêr gelek in jî bi erka xwe ranabin, nemaze wan rêxistinên sozên xwe yên alîkariyê dayî, ev erka xwe pêk neanî.


Li Girê Spî 13 rêxistin û sifir alîkarî

Welatiya bi navê Eyşe Yûnis a 62 salî, ji bajarê Reqayê koçber bûye û derbarê rewşa xwe de dibêje, “Nexweşiyan canê me xwariye, em nikarin dermanên xwe bikirin, pereyên me ji bo deman jî nînin. Ji dema em koçber bûyî ve tenê carekê rêxistineke alîkariyan serdana me kir ‘navê wê nayê bîriya min’, min serpêhatiya xwe ji wan re vegot, lê ti bersiv ji wan nehat. Tevî ku ez dibihîsim ku rêxistinên mirovahî nexweşan derman dikin , tevî vê yekê alîkariya min nekirine.”

Li kantona Girê Spî gelek rêxistên mirovahî hene, ji van rêxistinan “Heyva Sor a Kurd, Rêxistina Ferat a Alîkariyan, Rêxistina El-Wîfaq a taybet bi perwerdehiyan û pêşxistina hişmendiyê, rêxistina El-Qubeha El-Beyda (kumên Spî) ya alîkariyan, Komeleya El-Betriyarkiyê ya Ermenî ya alîkariyên pîşeyî.”

Eyşe bang li hemû rêxistinên kantona Girê Spî kir ku rewşa wê di ber çavan re derbas bikin û alîkariya wê bikin, bi taybet bi hatina demsala zivistanê re pêdiviya wê bi amadekariyên germkirinê zêde ye.


Bi erka xwe rabin!

Malbateke din ku ji 5 kesan pêk tê û ji bajarê Reqayê koçber bûye di xaniyekî kevin ji du odeyan de bi cih bûye û banê odeyan jî bi pilastîkê hatiye pêçan.

Koçbera bi navê Xewla ku di maleke xirab de rûniştiye, got: “Ji dema em koçberî Girê Spî bûyî ve em rastî gelek astengiyan hatin, di destpêkê de cihekî ku em xwe bispêrinê, nebû. Tevî hemû rewşên dijwar niha em bi rizgarkirina bajarê Reqayê ji destên çeteyên DAIŞ’ê gelekî kêfxweş in.”

Xewla di berdewama axaftina xwe de got: “Bi hatina zivistanê re, pêdiviya me herî zêde bi cilûbergên zivistanê yên zarokan heye û madeyên me yên xwarinê jî gelekî kêm in.”

Xewla got, “Rêxistinên hatine kantonê tenê navên wan qeyd kirine” û bang li wan kir ku bi erka xwe rabin