Navend Kerkuk e
Li Tirkiyê rêxistina mijara gotinê, bi hezaran kes bi bêusilî daye guhdarkirin, eşkere bu ku li derveyî welêt jî nesekiniye. Tê gotin ku axaftinên telefonên li Herêma Başûrê Kurdistanê qeyd kirine, ew qeydên hatine kirin wek raportên heftane şandine arşîva li bajarê Philadelphia yê Amerîkayê. Li gor vê endamên Gulen ji bo guhdarkirina sê xetên cuda ên GSM’ê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, li bajarê Kerkûkê istasyonek damezrandiye ji ber ku li wî bajarê çavdêrî kêm e. Rojnameya Yeni Şafakê nûçeya bi navê ‘Bargeha Guhdarkirinê Kerkûk’ di hejmara (26.02.2014) de weşand û cihek berfireh da xebatên Gulen yên li Başûrê Kurdistanê. Tê gotin ku karsazên navdar jî hatine guhdarî kirin.
Stasyona guhdarîkirinê
Qeydan jî wek raporên heftane ji navenda arşîva ku li Philadelphia ye re şandine. Hat diyar kirin ku ji bo guhdarkirina sê xetên cuda ên GSM’ê li Iraqê û Herêma Kurdistanê wek Korek, Asia Cell û Zen, li bajarê Kerkûkê ku ‘kontrolkirin lê kêm’e istasyonek jî damezrandine. Telefonên karsazên Tirk ku xetên GSM ên Iraqê Korek, Asia Cell, û Zen bikartînin ne tenê li vî welatî lê li welatên ku karsaz li wan digerîn jî ketine ber guhdarkirina şebekê. Rexistina ku sirên Tirkiyê ên mahrem jî difroşe çeteyên navnetewî, qeyda 61 karsazên Tirk ku li derveyî welat razemendiyên wan hene girtiye. Guhên paralel, gava ku nedikarî guhdar bike an jî gava ‘şexsê hedef’ qerta xweyî SIM-ê diguherê, wî wextî li ser reqema IMEI ya telefonê şopandina xwe berdewam dike.
Dewleta derqanûn e
Şêwazên rexistina ku bi awayekî ilegal li hezaran kes guhdarî kiriye, bi damezrandina santrala li Kerkûkê ne qediya ye. Hat eşkerekirin ku saziya paralel ji ber kontrola kêm ya li gumrikên İraqê, sala 2008’an di deriyê Rabia re ku Sûriyê bi Mûsila Bakurê İraqê ve girê dide amurek ji bo guhdariya derdorê ya teknolojiya bilind derbas kiriye. Sistema ku ji Israîlê hatiye kirîn, ji ber derbasbûna wê ji Israîl bo Iraqê ne mimkûn e, pêşî bo Misrê hatiye şandin û piştî li wir hatiye gumrikkirin di ser Sûriyê re bo İraqê hatiye şandin. Sîstemên ku rexistinê ji Israîlê kirîne ne ev tenê ne. Hat eşkerekirin ku şebekê ji heman fîrmaya Israîlî, yeka wê bi 55 hezar euro yên ku ji ‘lazer a danêr’, ‘Lazer a wergir’, ‘yekîneya amplifikator’ û ‘audio-recorder’ pêk tê û bi asanî dikare di çente de jî were hilgirtin 14 heb amurên guhdarkirina derdorê kirîne. Çavkaniyên ewlehiyê dibejîn ku ji ber ev sîstemên guhdariyê yên derdorê bi asanî dikarin di çente de jî werin hilgirtin mimkûn e ku bi qeçaxî ew cîhaz ketibin hundirê Tirkiyê jî.’‘
NAVENDA NÛÇEYAN