
Bi armanca ku rojnamevanên di medya Kurdistanê, çapemenî û saziyên ragihandina Kurd a Ewropa de kar dikin, li dora yek armanc û yek hedefê werin komkirin, dibin pêşengiya “Înîsiyatîfa Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê yên Ewropa de” ji bo guftûgokirina pirsgirêkên pîşeyî di 30 Adarê de li Kolnê civînek hatibû lidarxistin. Di civînê de, binbarî û berpirsiyariya Medya Kurdistanê, di pêşengi û pêşketina civaka Kurd, di avakirina yekîtiyê û di vê pêvajoya guherîna li Rojhilata Navhin û cîhanê de rol û mîsyona çapemeniya Kurd hatibû guftogo kirin.
Di encamnameya komcivînê ya hate aşkere kirin de hatibû destnîşan kirin ku sazîbûna rojnamevanên Kurd mîna mijareke sereke hatiye guftûgo kirin û di vê çerçoveyê de jî biryarên girîng ên rêxistinbûyîna rojnamevanên Kurd hate dayin. Piştî guftûgoyên berfereh, li Ewropa, ji bo bangî tevahiya rojnamevanên Kurd bike û li ser bingeha îrade û inîsiyatîfa wan sazkar bibe, biryara avakirina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê hate dayin. Bi vê armancê, biryar hate standin ku di 18’ê Gulanê de, li paytexta Belçîka Brukselê, bi beşdariyek berfereh konferansek werê lidarxistin.
Têkildarî amedakarî, pêwistî û grîngiya Konferansa hefteya bê roja Şemiyê li Brukselê tê lidarxistin de Endamê Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurd Amed Dîcle pirsên me bersivandin...
Saziyên bingehîn ên netewî yên waşanê ji ber siyaseta înkar û tinebûnê li tim li derveyî welat hatin avakirin. Di roja me de rojnamgeriya Kurd li Ewropayê di çi astê de ye?
Li Ewropayê gelek sazî û dezgehên çapemeniyê yên Kurdan hene. Mirov dikare van saziyan di du beşan de binirxîne. Yek; bi taybet jî saziyên ji bakurê Kurdistanê ku ji ber zext û zordestiyan neçar man li derveyî welat weşan bikin. Ev sazî di asta TV, ajans, rojname, kovar û malperên înternetê de weşan dikin. Beriya çend salan navenda çapemeniya Kurd bi giranî li Ewropayê bû. Lê êdî ev rewş hatiye guhertin û navenda welat e. Bêguman ji ber ku ev sazî ne li welat in, ji aliyê peydekirina materyal, xîtapkirina rihê civakê ve kêmasiyan dijîn. Her çiqas pêşketinên teknolojîk rê li ber çareserkirina gelek pirsgirêkan vekiribe jî, rojnamevanekî ku nikaribe biçe Kurdistanê û ji bo Kurdistanê bixebite tengasiyan dijî.
Ya duyemîn jî; şaxên hin saziyên çapemeniya Kurdî li Ewropa hene. Bi giranî saziyên çapemeniya başûrê Kurdistanê. Ew jî li vir kar dikin ji bo televizyonên li welêt. Pirsgirêka herî mezin jî ewe ku, di navbera van saziyên çapemeniya Kurd de têkilî tuneye. Her kes li gorî xwe û li gorî polîtîkaya xwe ya weşanê kar dike. Niha armanc ewe ku ev pirsgirêk were çareser kirin. Bila herkes dîsa li gorî polîtîkaya xwe ya weşanê karê xwe bike lê bila têkiliyên me jî hebin û em ji hevdu re bibin alîkar.
Tevî hevqas sazî û qalkirina bi sedan rojnamevanî jî çima di heman astê de rêxistinbûyineke rojnamevanên Kurd tune ye?
Rast e bi sedan kedkarên çapemeniyê hene. Her wiha hin kes hene ku ji saziyên Ewropî jî dixebitin. Bêguman ev kêmasiyeke. Li welatên herî pêşketî sazî û dezgehên çapemeniyê rêxistinkirî ne. Ti kes ji rêxistinbûnê zirarê nabîne. Berovajî herkes dikare bi rêxistinkirî karê xwe baştir bike. Li welat jî saziyeke Kurdistanî ya rêxistina çapemeniyê tuneye. Ji ber vê sedemê bandorê li Ewropayê jî dike. Niha li welat xebatek hatiye destpêkirin û weke berdewamkirina vê projeyê em dixwazin li Ewropa jî xwe rêxistin bikin.
Di salên borî de sazîbûneke bi navê Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê hebû lê belê di şekil de ma. Sedemên vê yekê çi bûn?
Gelek sedemên vê yekê hene. Navenda rêxistinakirina rojnamevanan weke hemû rêxistinbuyinê civakî divê welat be. Her wiha dîsa rojnamevan eger ku xwe rêxistin bikin divê ne li gorî nasnameya xwe ya siyasî beşdarî vê rêxistinbûnê bibin. Divê weke rojnamevan beşdarî vê rêxistinbuyinê bibin. Ev nayê înkara nasnameya siyasî. Berovajî, ev dibe sedem ku hemû kes li ser esasa fikr û ramanên xwe karibe bi yên din re jî pirsgirêkên xwe yên hevpar çareser bike. Ev dibe sedema pêşketina demokratîkbûna civakê jî. Li hemu deverên cîhanê saziyên rojnamevaniyê hene û her kesê ku di bin sîwana van saziyan de ne, ne xwediyê heman fikrên siyasî û civakî ne. Çima em Kurd jî nikaribin li ser van esasan xwe rêxistin bikin? Çi kêmasiya me heye?
Di şert û mercên roja me de rêxistinkirin û sazîbûna rojnamevanên Kurd li Ewropayê çiqasî girînge?
Ne tenê li Ewropayê. Ev proje li tevahiya Kurdistanê dewam dike. Em dixwazin li welat û derveyê welat xwe rêxistin bikin. Ev nû destpêdike û wê di nava demê de pêş bikeve. Ji ber vê sedemê lingê vê rêxistinbuyinê li Ewropayê jî girîng e. Ji ber ku li vir û welat gelek pirsgirêkên rojnamevanan hene û em bi rêxistinbûnê dikarin vana çareser bikin. Dîsa em dikarin pêşketinên li welatê xwe ji cîhanê re ragihînin.
Amadekariyên Konfrensa 18’ê Gulanê di kîjan astê de ne?
18 Gulanê li parlemena Federal a Belçika ev konferans pêk tê. Berê me bangewaziyek kir da ku hemû kes beşdarî konferansê bibin. Gelek sazî û kesan gotine emê werin. Di konferansê de emê li ser çend mijaran nîqaş bikin. Rewşa medyaya Kurdî li welat û derveyî welat, her wiha girîngiya rêxistinbûyinê, dîsa jin û medya, di van mijaran de emê nîqaşan bikin. Û armanca me ewe ku, em di encama vê konferansê de saziyekî îlan bikin û ji bo vê xebatê jî komîteyekê hilbijêrin.
Pêvajoya girîng a guherînê ku tê jiyîn berpirsiyariya di warê rêxistinbûyinê zêde dike bawerim...
Rêxistinbûyina rojnamevanan di her demê de girîng e. Lê di pêvajoyên ku civak di nava guhertinên mezin derbas dibin de ev yek zêdetir girîng dibe. Niha li welatê me qonaxeke dîrokî ya siyasî dewam dike. Di vê qonaxê de ji bo ku em jî karibin bi awayekî baştir karê xwe bikin bêguman rêxistinbuyin girîng e. Emê di konferansê de vê mijarê jî nîqaş bikin. Gelo em dikarin div ê pêvajoyê de çi bikin? Ev jî mijareka nîqaşê ye.
Ji serlêdan û eleqeya heta niha hatiye nîşandan hûn dikarin bêjin ku ev konferans wê rojnamevanên ji çar parçeyê Kurdistanê himbêz bike?
Me bangewaziyek eşkere kiriye û dawetname ji hemû saziyan re şandiye. Em li gorî perçeyan li mijarê nanerin. Kurdistan, Kurdistan e û me jî ji hemû saziyên çapemeniya Kurdistanê re dawetname şandiye. Em li bendê ne ku hemû sazî beşdar bibin. Lê ku beşdar nebin jî emê hewlbidin wan jî beşdar bikin. JI ber ku ev karê me nû destpêdike. Ewê di konferansê de saziyek were avakirin û armanca vê saziyê jî beşdarkirina hemû kes û derdoran e.
Careke din em bang dikin ku hemû hevalên me yên kedkarê çapemeniyê beşdarî vê xebatê bibin. Ev ne xebata kesekî û saziyekê ye. Her kes dikare were fikr, raman, rexne, pêşniyarên xwe pêşkêş bike û encam û biryar wê li gorî van nîqaşan werin girtin. Hêvîdarim ku wê hemû hevalên me yên kedkarê çapemeniyê beşdarî vê xebatê bibin.
ERDEM ÎNAL / FRANKFURT