2’emîn Mihrîcana Huner û Çanda Kurd a ji hêla Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ve hat li darxistin, konsera dawî wê pêr li Navenda Pêşandanê ya Bostanciyê bihata lidarxistin, lê bi hinceta ‘ewlehiyê’ ji hêla Waliyê Stenbolê û Midûryeta Polîsan a Stenbolê ve hat qedexekirin. Lê pêr saet di 20.00’an de li Navenda Çandê ya Bajêr a Şîşliyê bi beşdariya hunermendên wekî Lawje, Xêro Ebbas, Mem Ararat, Ferhat Mansurî û Meral Tekçî konser hat lidarxistin.
Di konserê de xwerêveberî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Cizîre” hatin silavkirin û bi dirûşmên “zext wê me bêzar nekin” qedexeya li ser konserê hat şermezarkirin. Di salonê de ku konser lê hat lidarxistin, dezgeha çente û niftikan hat pêşandan û bi vî hawî ji bo pişitgiriya xwerêveberiyan alîkarî hat berhevkirin.
Nerazîbûn li dijî qedexeyan
Destpêkê hunermenda NÇM’ê Meral Tekçî derket ser dikê. Tekçî di konserê de axivî û aşkera kir ku faşîzm li her derî faşîzim e û nerazîbûn nîşanî qedexeyê da. Piştî axaftinê stran hatin gotin. Piştî Tekçî hunermendê rapê yê ji Îranê Ferhat Mansûrî derket ser dikê û stran gotin. Koma Lawje jî derket ser dikê û nerazîbûn nîşanî qedexeyê da. Paşê komê stranên xwe gotin.
Cejna ZImanê Kurdî pîroz kir
Hunermend Xêro Abbas jî lidarxistina mihrîcanê bi destê NÇM’ê, bi kêfxweşî pêşwazî kir û got: “Ji ber vê mihrîcanê em gelekî kêfxweş in. Dibe ku me temam nekiribe lê em dîsa jî kêfxweş in. Hêj gelekî dema me heye. Gelê Kurd gelekî bi sebir e.” Piştî Abbas, hunermend Mem Ararat derket ser dikê. Ararat di axaftina xwe de Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û der barê biryara qedexeyê de jî got: “Di navbera dil û mêjî de navber tune. Ji bo wê jî em ê li her derî stranên xwe bînin ziman.”
STENBOL