Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Başûrê Kurdistanê dewam dikin.Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker doh careke din gundên herêma Bradost bombebaran kirin. Di encama êrişê de ziyanek mezin gihişt gundên herêmê.

Herwiha rêya 12 gundan xirabû. Niştecihên gundên herêma Bradostê diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ne PKK ye hemû Kurdin.

Rojane bambebaran dikin

Ciwanê bi navê Cebar Qendo yê xelkê gundê Kolit li ser êrişên dewleta Tirk peyivî û got; “Em hertim dibin êrişên dewleta Tirk dene. Balafirên artêşa Tirk gundê me bombebaran dike. Ji ber êrişê niha rêya 12 gundên xirabûye û wesayit nikarin biçin û bên.”

Kes bi hawara me naye

Jina bi navê Sewsin Husên jî got: “Em di mal de rûniştibûn, dema êrîş pêk hat. Min hewarkir û ji Cebar re got ku kurê min li kuye. Zarok qêriyan, derî û pencereyên malê hemû şikestin. Hîn jî kes bi hewara me nehatiye û ji ber êrişên balafirên Tirk em nizanin çibikin.”

Derî û pencereyên me şikestine

Welatiyê bi navê Raêd Hemede jî li ser heman mijarê got; “Balafirên şer yên artêşa Tirk her roj gundê me bombebaran dikin. Ger balafir bombebaran jî nekin, hertim li ser gundên me difirin û em nizanin wê kengê li gund bixin.Derî û pencereyên me hemû şikestine. Xaniyên me hemû derizîne. Tevî ku ti gerîlayên PKK’ê li van derane nîne jî, dewleta Tirk her tim gund bombebaran dikin.”

Serê gund Tirk,binê gund PDK’ê

Herî dawî welatiyê bi navê Sabir Xalid jî got; “Hîn jî ti ragihandinek nehatiye vir û behsa vê dagirkeriya Tirk nekirine. Malên me hemû dibin metirsiyê dene. Rêveberiya şaredariya Sîdekanê guh nade daxwazên me, ji ber rê xirabûne. Lê dema ku hilbijartin tê mal bi mal digerin.Leşkerên Tirk metirsiyek mezin li ser gundê me çêdike, li serê gund leşkerên Tirk, li binê gund jî baregehên PDK’ê hene.”

 

ROJNEWS/BRADOST