Bayik bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên teslîmkar û got; „Mirov dema dîroka Kurdistanê û Tirkiyeyê baş lêkolîn bikin, mirov dikare rastiyê fêm bike. Dewleta Tirkiyeyê ji bo Kurdistanê teslîmiyetê yan mirinê qebûl dike. Li derveyî wê tiştekî qebûl nake. Yanî qebûl nakin ku gelê Kurdistanê bi vîn, nasname û nirxên xwe bi awayekî azad bijî.“

Bayik destnîşan kir ku dîroka gelê Kurd û bi taybetî jî dîroka PKK’ê piştrast kiriye ku berdel çiqas giran bê jî dawiya berxwedanê serkeftin û serbilindî ye û wiha gotinên xwe domandin: „ Tu çiqasî ji bo xwe têbikoşe, xwedî li xwe derkeve, tu zehmetiyan jî bikişîne, berdêla jî bide, lê tu yê encamê werbigire, tu yê serbilind be. Her kes wê hurmeta te bigire. Ev te ber bi azadiyê ve dibe. Ji xwe gelê me teslîmiyetê qebûl nake, berxwedanê di her şert û mercan de ji bo xwe esas digire. Ji ber ku tiştekî din ê gelê Kurdistanê bide jiyîn, nîne. Ji ber vê di zîndana Amdê de Mazlûm, Kemal, Xeyriyan gotin berxwedan jiyan e. Ji ber ku tenê berxwedan ji bo gelê Kurdistan jiyanê diafirîne. Li derveyî wê her rê girtî ne. Rêya li derveyî vê teslîmiyet e, mirin e, xiyanet e.“


Kurd teslîmiyet û xiyanetê qebûl nakin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku li qadên berxwedanê her kesî hêza Kurdan dîtiye û got, „Kurd nikarin teslîmiyetê, xiyanetê ji bo xwe qebûl bikin. Kurd ku li dijî wan sekinî, çiqas vala derbixîne ewqas dikare netîce bigire. Ev derketiye holê. Îro berxwedanê, xweseriya demokratîk jî li Cizîrê, Silopî, li Sûr, Gever, Nisêbîn, Gimgimê, li gelek cihan ev derket. Her kesî ev dît. Bi taybetî Kurdan hemûyan ev dîtin. Li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê, saziyên navneteweyî yên xwedî wijdan hemûya ev dîtin. Tirkiye çi dibêje? Dibêjê; ‘hûnê teslîmê min bin, hûn ê ala teslîmiyetê rabikin.’ Hin birîndaran xwestin biçin nexweşxaneyan, ew jî kuştin. Yên ku ew al rakirin birîndar bûn, sivîl bûn, ji bo ku esker û polîs tiştek bi wan nekin ew al rakiribûn. Hinekên ku nekuştin jî dixin zindanê, yanî ji bo Kurdan ya kuştin e, ya lêdan e, îşkence ye, heqeret e, lînç e, zîndan e. Wekî din ti rêyê nadin li pêş Kurdan. Jinekê li Sûrê digot; ‘ji me re dibêjin, ala teslîmiyetê rabikin, derkevin’. Digotin; ‘ger hûn wisa derbikevin dikarin derbikevin’. Wê jinê çi bersiv da? Got; ‘ti caran em ala teslîmiyetê ranakin, an em ê bi yên ku berxwedanê dikin bi hev re berxwedanê bimeşînin, derbikevin, an jî em ala teslîmiyetê ti caran qebûl nakin. Gelê Kurd ti caran pêwîste teslîmiyetê qebûl neke.’ Wê jina Kurd rastiya dewleta Erdogan da diyarkirin. Dîsa li dijî vê dewletê çawa mirov bisekine mirov rast disekine ew da diyarkirin.“

Bayik destnîşan kir ku axaftinên jina li Sûrê pêwist dike mîna mînak werin girtin û bi van gotinan bal kişande ser lîstokan û hişyarî kir: „Yê ku xwedî wijdan e, yê ku dibêje ez însan im, ez Kurd im, ez azadî, demokrasiyê dixwazim pêwîste guhê xwe bide wê jinê. Guhê xwe nede dewleta Tirkiyeyê, Erdogan, Davûtoglû, waliyê wan, polîsê wan, jenderme û fermandarê wan. Ji ber ew hemû leyîstokê dikin. Meşhûre dibêjin; ‘di Osmaniyan de yanî di Tirkan de lîstok pir in.’ Dibêjin derbikevin dikujin, dibêjin em ambûlansa dişînin dişewitînin, êdî van rastiya her kesî fêm kiriye, ji bo wê divê ti kes nayê lîstokên Erdogan û Davûtoglû.“ 


 ANF/BEHDÎNAN