
Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê di navbera 28 û 29'ê Kanûnê de, civîna rêveberiya xwe ya daîmî li bajarê Amûdê lidar xist. Piştî nirxandinên du rojan, encamnameya civînê ji raya giştî re hat aşkerekirin. Di civînê de di warê civakî û bi taybet mafên jinan de biryarên girîng hatin wergirtin.
Di encamnameyê de êrîşên li dijî Rojava û şerê li Sûriyê jî hate nirxandin û weha hate gotin: "Ji ber zêdebûna şer û tûndiyê, rewşa li Sûriyeyê derbasî qonaxeke xeter bûye. Bi taybet aliyên radîkal yên selefî ku derbasî gelek bajaran bûn, ji bilî wêranî û kuştinê tiştekî din neanîn. Vê yekê bi demê re hişt ku şoreşa Sûriyeyê ji rastiya daxwazên xwe dûr bikeve."
Planên dagirkirinê hatin pûçkirin
Meclîsê destnîşan kir ku tevî hemû hewldanan jî, gelê Kurd yê rêya sêyemîn hilbijart ji têkoşîna xwe ya aştiyane dûr neket û wiha berdewam kir: "Hêzên ku nekarîn gelê me ji têkoşîna wê ya siyasî û aştiyane dûr bixe, herî dawî bi rêya komên çekdar êrîşî Serêkaniyê kirin û xwestin ku Rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Lê ev komên ku rastî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel hatin têk çûn. Li aliyê din avakirina meclîsên herêmî û komîteyên parastina sivîl jî, di serî de rêjîma Tirk, hemû planên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê pûç kirin."
´Projeya DBK rêya çareseriyê ye´
Derbarê rewşa siyaseta Kurdî jî ev nirxandin hatin kirin: "Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê peymana hevkariya netewî ya ku li Hewlêrê hat mohrkirin weke vîna siyasî û rewa ya gelê Kurd dibîne û bi biryar e ku hemû pêwîstiyên peymanê bicih bîne. Her weha meclîsa me projeya çareseriya siyasî ya ku Desteya Bilind a Kurd destnîşan dike weke rêya çareseriyê dipejirîne."
Meclîsa Gel ragihand ku ji bo berferehkirin û pêşxistina têkiliyên derve, biryar dane ku komîteya pêwendiyan bi hêz bikin. Her weha hat gotin, li gorî peymana hevkariya netewî wê komîteya edalet û lihevhatinê were çalakkirin.
Ji bo mafên jinan biryar
Her wiha, beşek girîng a civînê jî li ser mafên jinan û pirsgirêkên civakî yên li Rojavayê Kurdistanê bû. Hate diyarkirin ku azadiya jinan misogerkirina azadiya civakê ye, malbata demokratîk a ku desthiladariyê napejirîne, nûnertiya civaka azad dike û cîgirtina jinan di ciyê xwe û hemû qadên civakê de rewa dibîne, di civînê de hate nîqaşkirin. Li gorî encamnameyê di çarçoveya malbata demokratîk de zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi darê zorê, zewaca bi pir jinan re û qelen hate qedexekirin. Di parvekirina mîras de jî wê jin û mêr xwedî heman mafî bin û wekhevî esas were girtin.
ANF/AMÛDE