Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di operasyona li başûrê Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de rêya Reqa û Sirrinê ketiye bin kontrola hêzên wan û gelek çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê 24 saetên dawî yên operasyona li başûrê Kobanê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Operasyonên ku hêzên me li başûre Kobanê,  li hemberî qadên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de dabûn destpêkirin dewam dikin.

Pêr hêzên me li vê qadê operasyoneke nû dan destpêkirin. Di encama operasyonê de herêma dikeve navbera sîlsîleya gundê Maxaretên ku roja derbasbûyî hatibû rizgarkirin û rêya Sirîn û Reqa ketiye bin serweriya hêzên me de. Bi vî awayî rêya Reqa û Sirînê ketiye bin kontrola hêzên me de.

Hêzên me di heman demê de di herêma dikeve navebara bajaroka Sirîn û gundên Serêkaniyê û Maharetên de jî serdestiye xwe ava kirin.

Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehatiye zelalkirin.” 


Li Ayn Îsa êrîş hat şikandin

Navendê diyar kir ku di roja 61´ê ya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de hêzên Kantonên Cizîr û Kobanê, li derdora bajarokê Ayn Îsa operasyonên xwe dewam dikin. YPG’ê da xuyakirin ku pêr piştî nîvro, hêzên wan li komeke çete ya li ser rêya Girê Spî-Reqayê xistine û weha dewam kir: “Di çalakiya bi bandor a hêzên me de maşîneke çeteyan bi temamî hat rûxandin, li maşînekê jî derbên bi bandor hat xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê derê, nehat zelalkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên xwestin pêşî li pêşveçûna hêzên me bigirin, bi hêz û çekên giran ên ji Iraqê, danê  sibehê doh li herêma di navbera rojavayê Çiyayê Kizwanan û Ayn Îsa de hin rêze êrîş lidar xistin.

Doh danê sibehê çeteyên DAIŞ‘ê li herêma di navbera bajarokê Ayn Îsa û gundê Qantariye yê 35 kîlometre li aliyê rojhilat e, rêze êrîş kirin. Komên çete di van êrîşên xwe de heta niha li 3 nuqteyên cuda bi maşînên bombebarkirî êrîşa întîharî kirin. Li hemberî van êrîşên xwekujî û êrîşên din ên li nuqteyên cuda hêzên me berxwedaneke mezin nîşan dane. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herêmê nehatiye zelalkirin.

Di êrîşên çeteyan de 6 hevrêyên me yên bi fedekarî û vîneke mezin têkoşiyan, gihîştin şehadetê.”


Her wiha YPG’ê da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê di heman demê de li rojavayê çiyayê Kizwanan êrîşî rêya di navbera Reqa û herêma Cizîrê de kirin. Daxuyanî wiha dewam kir: “Çeteyên ji nuqteyên cuda xwe berdan herêmê li kewarên genim ên Alya, gundên Salihiyê Edwan û Rehaniye Beggara hatin dorpêçkirin. Di şerê li vê qadê de bi qasî hatiye tespîtkirin 4 çete hatine kuştin.

Di parastina vê herêmê de 2 hevrêyên me yên di cih de bersiv dan êrîşên çeteyan û nehiştin çete bi pêş ve biçin, gihîştin şehadetê.”


Li Hesekê hatin qewirandin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li hemberî navenda bajarê Hesekê jî dewam dikin û hat gotin: 

“Komên çete pêr piştî nîvro ji herêma Pira Spî ya li başûrê Hesekê êrîşî du nuqteyên cuda kirin. Di encama destwerdana hêzên me de êrîş hat şikandin û çete ji herêmê hatin qewirandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê herêmê nehatiye zelalkirin.

Hêzên me pêr bi şev li hemberî vê koma çete operasyon kirin. Di encama operasyonê de Pira Spî ya xwedî girîngiyeke stratejîk e, ji çeteyan hatiye paqijkirin. Di vê operasyonê de endamekî çete bi kalaşnîkovekê, 4 şarjor û rextekî mirî hatiye bi dest xistin.”

YPG’ê derbarê şerê TIl Temir de jî ev agahî dan: “Hêzên me pêr piştî nîvro li xaçerêya Xessan a li başûrrojhilatê Til Hemîsê derketine operasyonê. Di encama operasyonê de maşîneke leşkerî ya çeteyan hatiye rûxandin. Hejmara çeteyên di wesayîtê de mirine yan jî birîndar bûne, nehatiye tespîtkirin.”


 NAVENDA NÛÇEYAN