ERSÎN ÇAKSÛ / DÊRA ZOR
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li gundê Baxozê yê bajarokê Hecînê yê Dêra Zorê dewam dike. Pengava ku 1’ê Adarê dest pê kir, ji 3 baskan ve didome. Ji bo DAIŞ‘iyên teslîm bûn, qebûl kirin ku malbatên wan ji qada şer bên derxistin, baskekî operasyonê hate rawestandin. Di nava du rojan de bi hezaran DAIŞ‘î û malbatên wan teslîmî şervanên QSD’ê bûn. Lê belê gelek çeteyên ku qebûl nekirin teslîm bibin, bi sûîqestan, bi fuze û wesayitên bombebarkirî hewl didin pêşî li bipêşveçûna şervanên QSD’ê bigirin.
Baskê rojhilat ê operasyonê ji bo veguhestinê hate rawestandin û korîdora veguhestinê hate vekirin. Li baskên bakur û başûrê rojhilat jî di operasyonê de şerekî dijwar diqewime.
10 hezar kes hatin bicihkirin
Operasyonên veguhestina sivîlan, malbatiyên DAÎŞ’iyan û DAÎŞ‘iyên teslîmî QSD’ê bûn 9’ê Sibatê dest pê kiribûn. Di veguhestinê de ku heta 1’ê Adarê dewam kir, zêdeyî 10 hezar kesî li herêmên ewle hatin bicihkirin.
Di karê veguhestinê yê 20 rojan de nêzî 2 hezar endamên çeteya DAIŞ‘ê yên biyanî û malbatên wan jî di nav de, bi hezaran kes hatin veguhestin. Hêzên QSD’ê piştî bidawîbûna veguhestinê, 1’ê Adarê bi operasyona li dijî çeteyên mayî yên li Baxozê kir.