GULAN AVRÊL / ANF
Şoreş, di nava xwe de şoreşan diafirîne. Mînaka vê ya herî baş û berbiçav jî mînaka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye.
Delal Şahrezor a ji Başûrê Kurdistanê, hatina xwe ya nava hêzên YPJ’ê bi vî awayî vedibêje: “Gava min hêza YPJ’ê dît û beşdarbûna jinan a nava şer dît, bandor li min kir. Ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûm. Piştê hatim nava YPJ’ê, naskirina min zêdetir bû. Min dizanî ka YPJ kî ye, li hemberê çi şer dike. YPJ, ji bo tevahiya jinên cîhanê şer dike û têdikoşe. Hevalên jin bi îradeyekê ji pola û bi hêviyeke mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan. Weke hevrê Avesta, bi îradeyeke mezin, bi bîr û baweriyeke ji pola çalakiya fedaî kir. Em şopdarê van rêhevalên xwe ne.”
Welat û Serokatiyê rizgar bikin!
Dela Şahrezor dibêje, “Mirov li nava artêşa YPJ’ê weke jinekê xwe nas dike û rastiya xwe dibîne. Em li vir hezkirinê jî ava dikin, xwe nas dikin, neyarê xwe nas dikin, civak û welatê xwe nas dikin. Em li hemberî hişmendî û zordariya ku modernîteya kapîtalîst li dijî jinê dimeşîne jî şer dikin. Ji bo jiyan û civakeke azad û wekhev di nava tevahiya gelan de ava bikin, em şer dikin.
Em ê heya dawî ji bo jiyana ku Serokatî dixwaze, tekoşînê bikin. Bangawaziya min ji bo tevahî cihanê ye, lê bi taybetî jî ji bo gelê Başûr e ku werin YPJ’ê nas bikin, em hezkirineke rast ava bikin. Da ku em welatê xwe û Serokatiya xwe rizgar bikin.”