Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi yekdengî û yekrêziyê destan afirandin û îsbat kir ku yekane rêya serketinê yekîtî û yekdengiya gelan e.

PJAK´ê têkildarî yekîtiya gelê Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo alîkariya mexdûrên erdheja 12'ê Mijdarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya PJAK'ê de tê gotin; "Ji bûyera dilbiêş a erdheja Kirmanşanê her ku diçe encamên giran derdikevin. Ev erdhej Di gelek waran de helwêstên vê sîstemê li hemberî gelê me yê hatiye çewisandin, nîşan dide. Desthilata Îranê ji bo dijberiya gelên heremê, bi taybetî gelê Kurd, lîstikeke siyasî, civakî û aborî bi kar aniye, ji bo îradeyê bişkîne û dîl bigire. Îro jî em dibînin, ji bo siyaseta derveyî sînor bi milyonan xerc dike. Li hemberî çarenûsa gelên Îranê xwe berpirsyar nabîne."


Îradeya gelê Zagrosê li ser piyan e

Di berdewama daxuyaniya PJAK'ê de îşaret bi êrişên rejîma Îranê hat kirin li dijî gelê Kurdistanê û tê gotin; "Lê gelê Kurd di van bûyerên dilbiêş ên erdheja Kirmanşanê de, nîşan da ku niştecihên Zagrosê timî îradeya wan li ser piyan e. Ruhê şoreşgerî û alîkariyê yê di vê çandê de bi xurtî maye. Di pratîkê de ev ders da hikûmet û sîstemê ku gel xwedî îrade ye. Îradeya gelan jî destanan diafirîne. Karesatan dikin destan. Ev destana Rojhilatê Kurdistanê hatiye afirandin nîşaneya yekrêziya gel e. Me dît ku bi yekîtiyê îradeyê diafirînin. Bi îradeyê jî hemû karan dikin."

 

Gel li Rojhilat xwedî derketin

PJAK dibêje, bûyerê nîşan daye ku rejîma Îranê qîmetê bi gelan nade û wiha dewam kir: "Tişta ji bo wê ne girîng mexdûrên erdhejê ne. Lê, me dît bi pêşengiya gelê Kurd ê têkoşer kampanyayên berfireh ên alîkariyê ji bo mexdûran hatin destpêkirin. Di demeke kurt de tevî hemû astengiyên Artêşa Pasdarên Îranê jî alîkarî gihişt destê xelkê û bi hewara gel ve çûn. Tevî bêderfetiyan jî gel êş û azarên xwe bi hev re parve kirin û alîkarî gihandin mexdûrên karesatê. Helwêsta gelên din a li hemberî mexdûrên erdheja bajarê Serpêl Zehaw û Kirmanşanê gaveke mirovahî û cihê rêzdariyê ye. Yekîtî û yekrêziya ji bo alîkariya gelê Rojhilatê Kurdistanê hatiye kirin, îsbat kir ku yekane rêya serketinê yekîtî ye." 


ANF / ZAGROS