Di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şervanên QSD'ê rêyeke stratejîk a Reqayê kontrol kirin. Di şerê pêr û doh de 72 çete hatine kuştin. Li aliyê din jî 250 sivîl ji navenda bajarê Reqayê rizgar kirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 29'an de ye. Çeteyên DAIŞ'ê xwestin ku pêr êvarê êrîşî taxa Hîşam Ebdilmelek a aliyê başurê Reqayê bikin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi vê liv û tevgera çeteyan hesiyan û bersiv dan. Bi vê yekê re şerekî dijwar qewimî û heta doh danê sibehê dewam kir. Di encama şer de, 12 çete hate kuştin û maşîneyeke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin. Li vê taxê di şer de 4 şervanên QSD'ê şehîd bûn û 3 birîndar bûn.
Li taxa Reqaya kevin jî, şerê ku ji pêr êvarê ve di navbera şervanan û çeteyan de derke li vir jî 9 çete hatin kuştin.
Li aliyê rojavayê Reqayê jî, li taxa El-Diriyê doh ber destê sibehê şer derket. Li vir 11 çete hatin kuştin û şervanan 3 balafirên keşfê yên çeteyan xistin xwarê. Yek jê kete destê şervanan. Li heman taxê şervanekî QSD'ê şehîd bû û 3 şervan jî birîndar bûn.
Li navenda bajarê Reqayê, rêyeke stratejîk û mezin a diçe Mizgefta Kevnar a bi navê "Rêya Seyf Eldewle", ji aliyê şervanan ve hate rizgarkirin. Li vê herêmê, ji pêr êvarê heta doh 27 çete hatin kuştin.
Li başûrrojhilatê Reqayê jî, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate şikandin. Li vir şervanan du wesayit tevî doçkayên li ser û maşîneyeke din a leşkerî ku 10 çete tê de bûn, rûandin. Di encamê de 10 çete jî hatin kuştin.
Li bakurê bajarokê Retlayê jî ber destê sibê şer derket. Li vir 3 çete hate kuştin, termekî çeteyan tevî 2 kleş û BKC'yek çeteyan li herêma di kontrola şervanan de man.
200 sivîl rizgar kirin
Şervanên QSD'ê yên ji sûrên dîrokî yên bajêr derbas bûne, berê xwe dane navenda bajêr. Bi pêşveçûna şervanan re, sivîlên li navenda bajêr in ji malên xwe derdikevin û xwe digihînin şervanan. Doh jî 250 sivîl hatin rizgarkirin.
REQA