Dewleta tirk bi êrîşa xwe ya lis er Rojava û Şenfalê careke din dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan nîşan da. Ew jî wekî hemû êrîşkaran ji xwe re hincetekê peyde kiriye. Xwedê giravî dê nehêlin ku Şengal bibe Qendîla duyemîn! Hinceta wan a ji bo Rojava jî jixwe melûm e ku dibêjin dê destûrê nedin Kurdan ku korîdoreke Kurdan ava bikin. Jixwe bi gotina; “şaşiya ku me li bakurê Iraqê kir, emê dubare nekin”, hedefa xwe ya esasî jî danîne holê.
Li gel ku rastî wekî rojê li holê ye jî PDK rabûye êrîşa li dijî Şengalê bi hebûna PKK’ê ya li wir îzah dike, hema piştî êrîşê jî PKK’ê sûcdar dike. Ev helwest û daxwaza derxistina gerîlayan a ji Şengalê di esasê xwe de tê wateya PDK êrîşên dewleta tirk meşrû dibûne û dipejirîne. Ji ber ku rewş ev e divê mirov ji PDK’ê bipirse; gelo ji bo ku hûn daxuyaniyên bi vî rengî bidin we TC’ê vexwend Şengalê. Bi taybetî di vê sala dawîn de PDK’ê rabû propagandaya heke PKK ji Şengalê dernekeve dê dewleta tirk were û bi balafiran li Şengalê bixe, kir. Bi vî awayî xwest pêşî li vegera Êzîdiyan a ji bo Şengalê bigire û heta Êzîdiyên piştî Fermana 73’yemîn vegeriyan jî bide revandin. Taliya talî tiştên ku PDK’ê gotin ji aliyê dewleta tirk ve hatin pêkanîn. Ev rewş kî nîşan dide ku tiliya PDK’ê jî din av vê êrîşê de heye.
PDK li cihê ku rabe û bertek nîşanî van êrîşan bide, li cihê rabe bertek nîşanî dewleta tirk bide, radibe PKK’ê sûcdar dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Tu rabe PKK’a ku Êzîdî ji fermanê xelas kirin sûcdar bike lê êrîşkaran jî meşûr bibîne! Kesên êrîşê Kurdan kirine heta niha ji xwe re hincetan peyde kirine. Helbet dema êrîş dikin yek ji wan jî nabêje ku ez dijminê Kurdan im û ji ber vê yekê êrîş dikim. Dewleta tirk bi êrîşa Şengalê re hemwext êrîşî Rojava jî kir ku ev ji ber dijminatiya wê ya li dijî Kurdan e. PDK’ê êrîşa li dijî Rojava jî şermezar nekir. Kurd nikarin nêzîkatî û helwesteke wisa nîşan bidin. Nêzîkatiya PDK’ê gelo li gorî kîjan mantiqê ye?
PDK bi vê jî bi sînor namîne û radibe di ser de dibêje PKK’ê timî zirarê daye me. Ew sûcdarkirina PKK’ê ji bo xwe kirine wek xislet. Helbûkî PKK’ê bi rizgarkirina Êzîdiyên li Şengalê hem PDK’ê ji tohmeteke mezin a dîrokî xelas kir û hem jî bi berxwedana li mexmûrê deriyê Hewlêrê li DAIŞ’ê girt. Bi vî awayî PKK’ê nehişt ku Hewlêr vala bibe. Ji ber vê yekê serokê PDK’ê Mesud Barzanî çû Mexmûrê û li ser minderên gerîla rûnişt, spasiya wan kir. Li gel ku hemû dinya jî dizane gerîlayan bi çûna hawara Şengalê Êzîdî ji komkujiyê xilas kirin jî PDK rabûye hebûna gerîla ya li şengalê dixwaze wek hinceta êrîşên dewleta tirk nîşan bide. Ev helwest di esasê xwe de dibişe helwesta PDK’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de nîşan dabû. Ji aliyên PDK’ê ve meşûrdîtina vê êrîşê di esasê xwe de tê wateya meşrûdîtina êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê. Li gel ku her kes pê dizaneke komeke biçûk a gerîla li wir heye. Ew jî li derdora Şengalê piştgirî didin hêza xweparastian Êzîdiyan ango YBŞ’ê. Jixwe gerîlayên li wir jhî bi dehê caran daxuyandine ku tekane armanca wan parastina Êzîdiyan û ji bo bi awayekî xweser bijîn, destekkirina wan e.
Gerîlayan bi tenê Êzîdî ji komkujiyê xelas nekirin di heman demê de Şengal û derdora wê jî ji DAIŞ’ê paqij kirin. Li gel ku ev rastî li holê ye jî PDK li cihê dijminatiya dewleta tirk a li hemberî Kurdan bibîne radibe êrîşa wan meşrû nîşan dide. Ev jî nîşan dide bê ka mêjiyê PDK’ê çawa berovajî dixebite. Tu Kurdekî/e dê vê mantiqa bêyom a PDK’Ê qebûl neke. Ne bi tenê gelê mey ê Bakur, Rojava û Rojhilat di heman demê de gelê mey ê başûrê Kurdistanê jî dê vê polîtîkaya PDK’ê qebûl neke. Jixwe gel jî û partiyên siyasî yên Kurd jî bertekên xwe yên li dijî êrîşan bi zelalî danîne holê.
PDK’ê hem êrîşa li dijî Şengalê û hem jî êrîşa li dijî Rojava şermezar nekir ku ev bi serê xwe nîşan dide ku xwed polîtîkayeke çawa nin. Ma ne diviya partiyeke Kurd e êrîşa li dijî Rojava şermezar bikira? Gelê Rojava hemû rabû ser pêyan, mane divêya PDK li kêleka vî gelî cihê xwe bigirta? Gelê wê derê gelo di çavê PDK’ê de wekî ku dewleta tirk dibêje; “gelê terorîst e?” Gelo kîjan hêza siyasî heta ku ranebe li dijî êrîşa li ser Rojava bertek nîşan nede ji xwe re bibêje ez partiyeke Kurd im?
PDK di siyaseta Kurd de rêyeke pir xerab vedike. Ji bo siyaseta Kurd dibin mînakeke pir xerab. Heke wisa berdewam bike dê sibe du sibe hêzeke siyasî yê Kurd jî dê rabe ji xwe re hin hincetan ççbike û li dijî êrîşa li ser gelê Kurd bêdeng bimîne û normalîze bike. PDK bi vê nêzîkatiya xwe dara li bin xwe dibire. Bi rol û rista parçekirina raya giştî ya Kurd û yekitiya Kurdan tevdigere. Ji ber helwesta PDK’ê daniye holê heke wek polîtîka û rêyeke were normalîzekirin dê Kurd ji çavkaniya xwe ya herî bi hêz mehrûm bimînin. Ev helwesta ku PDK ji ber dijberiya xwe ya PKK’ê ketiyê di pêşerojê de di zirarekê mezin bide PDK’ê jî.
Heke ev nêzîkatiya hanê bibe wek tarzê polîtîkayekê dê Kurd zirakekê wisa mezin a u di dîrokê de nedîtine, dê bibînin. Ji lew re hemû Kurd û kîjan partiya siyasî dibe bila bibe lazim e ku nêzîkatî û helwesteke bi vî rengî qebûl neke. Ji bo pêşerojên azad û demokratîk a hemû Kurdan divê helwesteke wisa were nîşandan.