Li Reyhanliyê gelek navendên tenduristiyê hatine avakirin û Tesîsa Tenduristiya Demdemî ya Emelê ku 3 km dûrî Deriyê Sînor ê Cîlvegozê hatiye avakirin, çeteyên birîndar tên dermankirin û dawiyê dîsa dişînin şer. Li vê nexweşxaneyê ji bilî sûriyeyiyan pêve tu kesek din nagirin hundir û ewlehiya wê jî polîs dikin. Dîsa ji hêla polîsan ve Komeleya Heyeta Îskamî ya Şamê û Komeleya Alîkariya Mirovahî ku ji çeteyan re alîkariya lojîstîkê dikin ewlehiya wan tên girtin. Welatî diyar kirin ku ev komele li ser navê alîkariya derûnî û civakî hatine avkirin û ji bo vam komeleyan di serî de ji Tirkiyeyê û gelek dewletên ereban pere tên şandin. Welatiyan ragihandin ku ev komele heta derengiya şevê vekirîne û bi wesayîtên taybet çete tînin û dibin û da zanîn ku ev komele ji bo DAIŞ'ê dixebitin.

Welatiyê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide anî ziman ku li Çewlika Demîrler a ku li ser riya Kirikhanê ye, ji bo çeteyên DAIŞ'ê bombeyan çêdikin û wiha got: "Sal û nîvek berê derdora vê Çewlikê girtin û bi gotina ev der herêma leşkerî ye nehiştin tu kes nêzîkî wê bibe." Welatî diyar kir ku 8 meh berê li wir teqîn çêbûye û kesek miriye û kesek birîndar bûye û da zanîn ku ev teqîn wekî teqîna tup nîşan dane, lê belê ne hiştin saziyên tenduristiyê têkevin hundirê avahiyê. Welatî bilêv kir ku tenê destûra ketina wesayîtên tenduristiyê yên komekelên wan hatiye dayîn û anî ziman ku herdu aliyên rê ji hêla leşkeran ve hatine girtin û nahêlin tu kes li wir dîmenan bikêşin.

'Kooperatîfa depoya çekan´

Welatî îdia kir ku Kooperatîfa Kredî ya Çandiniyê ya ku li ser riya Reyhanliyê ye piştî şerê Sûriyeyê hat girtin û niha jî ji bo çeteyan wekî depoya çekan tê bikaranîn. Welatî bi bîr xist ku şevê din gelek TIR hatine wir û barê wan TIR'an jî çek bûn û got ku êdî TIR bi roj jî diçin û tên. Welatî derbirî ku ev der di bin kontrola MÎT'ê de ye û wiha domand: "Nahêlin ku tu kes nêzîkî wir bibe. Dibêjin ku ew der baregeha MÎT'ê ye, lê belê nehêlin tu kes 7 km nêzîkî wir bibin." Welatiyên ku xwestin bibin wir ji hêla kesên cilên svîl i wan bûn hatin rawestandin û ji wan re gotine, "Ev rê qedexe ye, hûn nikarin di vir de derbas bibin."

REYHANLI