
Rêxistinbûna xwe xurt bikin
Gerîla pêşwaziyeke baş li hunermendê nav û deng Nazir Rezazî kir û di dema daxuyaniyê de li rex wê sekinînin. Rezazî balkişand ser gelek xalên girîng û bi taybet jî bang li keç û xortên rojhilatê Kurdistanê kir ku, vê qonaxa dîrokî ya Kurd tê de derbas dibin, baş binirxînin û beşdarî refên berxwedanê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibin. Rezazî her wiha bang li tevahî hêz û derdorên Kurd kir û got ku qehremanên vê berxwedana dîrokî ya kurdan, bingehê yekîtiya netewî danîne, divê em di her aliyek de bixebitin ku yekîtiya netewî çêbikin.
Kurd evçend serbilidn nebûne
Hunermend Rezazî di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa Kurdistanê û wiha got: “Rewşa Kurdistanê îro bûye sedema serberziyê, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahî mirovahiyê jî. Kobanî selmandiye ku îradeya gelê Kurd di kîjan astê de ye. Divê em vê qonaxa ku têde derbas dibin baş fêm bikin. Eger di vê demê de her ferdek, herkesek û her takeke Kurd nebe, wê li şûnde bimîne.” Rezazî anî ziman ku, Kurd ticarî ev çend serberz nebûye û bi van gotinan îfade kir : “Di dirêjahiya dîroka Kurd de Kurd heya niha ev qas serberz nebûye, biqasî niha nebûye xwedî dost û heval, biqasî niha jî pirsgirêka Kurd nehatiye dîtin.”
Hevgirtin şert e
Rezazî girîngiya yekîtiya netewî bi van gotinan rave kir: “Divê em di vê demê de hevgirtî bin. Pir girînge ku gelê Kurd bizane çawa gav diavêje. Carekedin dibêjim ku keç û kurên Kobanê selmandiye ku neteweya Kurd neteweyeke nemire, neteweyeke ku wê bigihije her cûre mafên xwe. Dihate bîra kî ku pêşmerge di xaka Tirkiyeyê re ku beşeke Kurdistanê dibin zilm û zordariya wê deye biçe Kobanê alîkariya gelê xwe bike. Ez ji vir bang li tevahî gelê Kurd dikim ku bizanin em di nava hewldaneke lidarxistina yekîtiya neteweya Kurd de ne. Bingeha vê yekîtiya netewî jî hatiye danîn. Bingeha wê van qehremantiya damezirand."
ROJNEWS/SILÊMANÎ