Aktivîstên jin yên Hewlêrê banga boykotkirina rêzefilmên Tirkî dikin. Ew wekî din diyar dikin ku rêzefilmên Tirkî bi çanda Kurdan re hev nagirin û divê giringî bi rêzefilmên Kurdî were dayîn.

Li başûrê Kurdistanê her ku diçe boykotkirina malên Tirkî zêde dibe. Ji bilî malên Tirkî daxwaza boykotkirina rêzefilmên Tirkî jî tê kirin. Aktivîstên jin yên Hewlêrê li ser mijara boykotkirina rêzefilmên Tirkî axivîn.

Li ser mijarê Helîme Reşîd got: Rêzefilmên biyanî yên ku niha di beşek qenalên televziyonên Kurdî de tên nîşandan, mixabin zêdetirî xwe Tirkî ne. Ev rêzefilm bandorek nerênî li ser civak û malbatê dike. Bi taybet jî li ser civaka me ku xwedî çandek girînge. Rêzefilmên Tirkî zêdetirî xwe li ser tund û tujî û êrişkirina ser azadiya kesane. Ji bo vê çi tişta ziyanê bide, divê were boykotkirin.

Tanya Ekrem jî got: Mixabin rêzefilmên Tirkî yên ku niha tên weşandin, li gel çanda civaka me hevnagre û ne guncaw in. Bandorek nerênî û xirap dike, ji bo vê divê qenalên van rêzefilman diweşînin, careke din siyaseta xwe di berçavan re derbaz bikin. Divê bi taybet Wezareta Rewşenbîrî di vî warî de bi erka xwe rabe. Lê mixabin heya niha bandorek wan çênebûye. Ya girîng ew e, girîngî ji bo rêzefilmên Kurdî were dayîn.

 

SILÊMANÎ