Meha bihurî 28’ê Mijdarê li Hewlêrê hejmarek parêzerên dildar û çalakvanên sivîl bi daxwaznameyekê ji Serdozgeriya Giştî daxwaza rawestandina weşandina rêzefilmên Tirkî kirin. Lê belê Serdozgeriya Giştî heta niha jî bersiva daxwaznameyê nedaye. Hunermendên piştgiriyê didin vê daxwaznameyê, rêzefîlmên Tirkî ji bo sînema û rêzefîlmên Kurdî bi zerar dibînin.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê pêngava boykotkirina malên Tirkî ku hat destpêkirin, boykot di demeke kurt de berfireh bû û deng veda. Tevî boykota kelûpelan vê carê jî ji bo boykota rêzefîlmên Tirkî gav hatin avêtin. Gelek kanalên Kurdî ku tevlî vê boykotê bûn jî hê di hinek kanalan de ev rêzefîlmên Tirkî yên bandoreke neyînî li ser çand, civak û hunera Kurdî dike tên weşandin.
Hunermendên beşa sînema û rêzefîlmên Kurdî têkildarî mijarê axivîn.
Bi rêzefilman şerê me dikin
Hunermend Ehmed Colla li ser mijarê weha got: “Divê em agahdar bin ku dewleta Tirk bi rêzefîlman şerê me dike. Ji ber ew ji çanda me dûr in. Ev pirsgirêk û rêjeya hevberdanê piranî ji ber van rêzefîlman e. Lewma ez piştgiriyê didim vê hewldana parêzeran û weke helwesteke bilind dinirxînim.”
Sînemavan Heme Elî Xan jî anî ziman ku di rêzefîlmên Tirkî de gelek pêkanînên ne baş hene û wiha dewam kir: “Mixabin rêzefîlmên welatekî tînin ku ti pêwendiya wan bi Kurdan re nîne, exlaq û ferdên civakê têk dibe.
SILÊMANÎ/ROJNEWS