Weqfa Mezopotamyayê, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdiyî çap kir.

Weqfa Mezopotamyayê ku xebatên Kurdî dike, mohra xwe danî binê xebateke din a wêjeyî û ji koleksîyona Aleksandre Jabayî, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdiyî “Rîsaleyî Tû´fetu’l-Xîlän Fî Zimanê Kurdan (Pirtûkçeya Diyariya Dostan di Zimanê Kurdan de)” çap kir.

Pirtûka ku ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdiyî ve bi tîpên Erebî-Kurdî hatiye nivîsandin, ji aliyê zimanzan Mikail Bilbil û Mistefa Oztirk ku di bin sîwana Weqfa Mezopotamyayê de xebatên Kurdî dimeşînin ve hatiye latînîzekirin û ji aliyê Weşanên Weqfa Mezopotamyayê ve hat çapkirin.

Hem orjînal û hem sadekirî bi hev re

Pirtûk ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdiyî ve ji bo hînkirina Kurmanciyê hatiye amadekirin û ji beşên rêziman, ferhengok û diyalogan pêk tê. Û ew yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona A. Jabayî de cih girtiye. Di pirtûkê da hem nirxandina berhema Bazîdiyî, hem metina orîjînal û hem jî metinên latînîzekirî û sadekirî hene. 

 

 MA / AMED