Doza 11´an a Şemsettin B. bi rê ve çû li Stuttgartê. Welatparêzê Kurd Şemsettin B. li Dadgeha Eyaletê ya Stuttgartê tê dadgehkirin. Di rûniştina 27´ê Hezîranê de Şemsettin B. û parêzera wî Elke Nill jî amade bûn. Di rûniştinê de axaftinên telefonê yên Şemsettin B. û SMS´ên wî ku ji sala 2015´an ve ketibû ber şopandina polîsan, hatin xwendin. Wekî din di rûniştinê de hat gotin, ku Ridvan O. yê ku di 3 dozên li Stuttgartê de şahidî kiriye li dijî siyasetvan û welatparêzên Kurd, wê di rûniştinên 16 û 18´ê Tîrmehê de bînin dadgehê. Rûniştin wê 2´yê Tîrmehê dewam bike.

 

STUTTGART