
Li Centro Cultural Cartola ya Rio de Janeiro 100 saliya dansa Sambayê tê pîroz kirin. Di rûpela yekemîn a broşur a ji bo çalakiyên pîrozbahiyê de gotina: "Samba bûye peyva hemwate ya Brezîlyayê" hatiye bicîh kirin. Aktorên bingehîn ên Sambayê û pêşketina Sambayê di avakirina nasnameya netewî ya Brezîlyayê de roleke bingehîn lîstin. Strana Donga a "Pelo Telefone (Di telefonê de) mîna strana yekemîn a Sambayê hatiye tescîl kirin.
Serkeftineke cîhanî
Kartvîzita muzîkê ya Brezîlyayê di asta cîhanê de gihiştiye serkeftinekê. Sazûmankarên Sambayê serkeftineke bi vî rengî xeyal jî nedikirin. Di demên dîrokê de Samba mîna mûzika "ketî-kirêt" a koleyên berê û neviyên wan dihate pênese kirin û qedexe kirin. Lê belê niha mîna sembola muzîka Brezîlyayê tê dîtin.
Yek ji mîrasa çanda mirovahiyê ye
UNESCO di sala 2005'an de Samba xiste lîsteya "Mîrasa Çanda Mirovahiyê ya Neberbiçav”. Her wiha li çar aliyên cîhanê êdî mûzîkjen rîtmên Sambayê lê dixin. Li Karnavala Kolnê, li Carnegie Hall a New Yorkê, li Karnavala Samba a Asakusa a Japonyayê de ritm û fîgûrên vê dansê tên pêşandan. Di sala 2016'an de di çerçovya Bernemaya Dansê ya Cîhanê de Samba mîna “dansa salê" hate hilbijartin.
Qanala nasandina Afrobrezilyayiyan
Serkeftina yekemîn a Sambayê cara pêşî li Bahia di çarçoveya çandên olî yên koleyên berê de dest pê kiribû. Ritmen berz, hêza berxwedana civakî û afrîneriya mûzîkal. Li gor broşura Centro Cultural Carola: "Bi vekirina dibistanên Sambayê re, Afrobrezilyayiyan di dema konvoyên karnavalan de û dagirkirina qadên cemawerî û nîşandana daxwaza nasandina xwe dîtin."
Dengê Brezîlyayiyên feqîr
Lêkolînerê Enstîtûya Lêkolîna Portekîz-Brezîlyayê ya girêdayî Zanîngeha Kolnê Lara Bruck-Pomplona, Sambayê mîna: "Berxwedana siyasî, civakî û etnîkî; samba van tevan yekser nîşan dide. Tevî xizaniya mezin û pirsgirêkên bêhempa yên rojane jî Samba bûye nîşaneya ku gelek Brazîlî optîmîzmê wenda nekin" rawe dike.
Her çîn li gor xwe nêz dibe
Lara Bruck-Pomplona destnîşan dike ku Samba bi tevahî demokratîk e û herçî bixwaze dikare vê dansê bike. Her wiha mîna ‘potaya helandinê' ya Brezilyayê Samba ji aliyê her çîna civakê ve hatiye pejirandin lê belê li gor pisporên Sambayê ji bo li Brezîlyayê nijadperestî ji holê rabe hêna gelek têkoşîn û dem pêwist e.”
Amûra rexneya civakî
Dema di salên 1964-1985'an de li Brezilyayê rejîma dîkta li ser desthilatdariyê bû Samba mîna amûreke rûxandina veşartî ya li welêt bikar anî. Nivîskar û helbestvanên li dijî rejîmê yên mîna Caetano Veloso, Gilberto Gil û Chico Buarque ku li sirgunê dijîn, protestoyên xwe yên li dijî vê rejîmê di dîsgotin (nakarat)ên stranên xwe de bicîh kirine. Mînak gotinên Zê Ketî mîna sûcbariyeke li dij rejîma apartheid a çînî tên nirxandin.
'Findan Pêxin'
Berhema bi navê "Acender as velas" (Findan Pêxin) ya Ketî ku mîna 'Dengê xîzanan e' û ji bîranînên Festîvala Rîo pêk tê yek ji sembolên xemgîn a Sambayê ye. Di berhemê de ev peyv cih digirin: "Dilekî din ê dawî li lêxistinê anî. Melekek bilîndî asîman dibe. Bila xwedê min efû bike, neçarim bêjim: Bijîşk gelekî dereng ma. Di ser gir ve tu wesayît nayên, telefon tune ye, mirov gelekî zû û ciwan dimirin. Pêxistina mûman li vir pîşeyek e."
Helbestvan Moraes ê ji dîplomatiyê hate avêtin
Dîplomat û helbestavanê Brezîlî Vinicius de Moraes yek ji nûnerê xwedî îmtiyaz ê di nava civaka çînî de cih digire û dibe hedefa rexneyên Ketî. Li cîhanê ne tenê "Girl from Ipanema" (Keça Ipanemayî) gelek metnên rexneyî yên dema Bossa Nova yên wî ne. Dîktaya leşkerî di sala 1969'an de Moraes ji dîplomatiyê avêt.
Tijî keser û hêvî
Helbestvan di pirtûka xwe ya bi navê "Samba de Bencão" de ku gelek bestevanên Sambayê bibîr tîne îfadeya herî baş a derbarê mûzîka Sambayê de bikar aniye: "Sambaya baş mîna duayê ye. Samba mîna kasvet (bêhntengî)yê ye, lê tev digere. Her dem di nava wê de hêvî deng vedide; hêviya ku ji rojekê pêde bi tu awayî careke din xemgîn nebin."
NAVENDA NÛÇEYAN