3′yemîn Mihrîcana Zarokan bi hunerê komên hunerî yên Rimêlan, Tirbespiyê û Til Koçer bi peroşeke mezin roja xwe ya dawiyê li dûv xwe hişt. Di roja pêr û doh komên ji herêmên Rimêlan, Tirbespiyê û Til Koçer hunerên stran, dîlan û şanoyê pêşkêş kirin. Beşdar bi pêşkêşiyên zarokan dilşad bûn.

Di mihîrcanê de koma Zarokên Til Koçber şanoya "Zarokên aştiyê" pêşkêş kir. Piştre komên "Berfa Çiya, Dibistana stranê" ên stranan ên Rimêlanê û komên "komên Şehîd Viyan Peyman, Kulîlkên Rojava  û Şehîd Rêwan" ên Tirbespiyê jî hunerên xwe pêşkêş kirin. Koma Dilgeş jî şanoya ″Ewir″ pêşkêş kir.

Mihrîcanan ku 5´î Îlonê dest pê kir doh bi dawî bû. 


 GIRKÊ LEGÊ