Pêkhateya Riseup4Rojava wê di navbeyna 6-7'ê Îlonê de li welatên ku bi bazirganî û veberhênanên xwe destekê didin plana dagirkirina Kurdistanê ya dewleta Tirk, wê çalakiyan bike. Yanî li 18 welatan û di nava wan de Elmanya, Fransa, Îtalya, Spanya û Swêd jî hene, ji bo Rojava çalakiyên navneteweyî bike. Bi dirûşma "Block.Occupy.Disturb (Rê lê bigire.Dagir bike.Aciz bike)’’ li dijî şirketên sîlehan, saziyên fînansê ku destekê didin planên dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê, çalakiyên cuda wê bên lidarxistin. Ew vê wiha rave dike: ''Em ê meydanên li welatê xwe ku bi faşîzma Tirk re, ji hêla leşkerî, dîplomatîk û aborî ve hevkariyê dkin, dagir bikin, em ê wan nerehet bikin û asteng bikin. Şerê li Kurdistanê ne li cihekî ji rêzê, li ber deriyê me dest pê dike. Li wan fabrîkayên sîleh, cebilxaneyan, li ser maseyên nivîsê yên banke û partiyên siyasî, li konfenas û civînên hikûmetên dirû û yên NATO'yê dest pê dike.''

Li London heta bi Barcelonayê çalakî

Teqwîma çalakiyan jî hat eşkerekirin. Li gorî vê li paytexta Ingilistanê Londonê, Planc C û Tora Hevgirtinê, weke parçeyek ji platforma #stopDSEI, li dijî fuara çekan a DSEI wê helwêsta xwe nîşan bidin. 6'ê Îlonê, roja înê, #StopDSEI Roja Avûhewayê, li ser ekolojiya civakî û paradîgmaya eko-sosyalîst a tevgera azadiya Kurd atolye wê hebin. 7’ê Îlonê, Şemiyê wê ji bo hevgirtina bi şoreşa jinê ya Rojava re bernameyeke hevgirtinê were çêkirin.

Li Swêdê, Komîteyên Rojava Swêd û Allt At Alla ji bo rêxistiniya çavdêr a grevê ku eynî demê li eynî bajarî wê pêk were, seferber bûn. Li fabrîkayên SAAB, SCANIA  û SSAB'yê ku sîlehan difiroşin Tirkiyeyê, li derveyî navendên kar dezgeh wê bên danîn. Armanc ew e ku xebatkaran, mişteriyan li ser desteka rêveberan a ji bo Erdogan û desteya li çeteyan perwerde bikin û li dijî vê berxwedanê geş bikin.

Li Katalonyayê sendîkayên CNT Û CGT, Tevgera Ciwanan Arran, Comitee de Resistencia Internacionalista, ku yekîtiya rêxistinên Katalan e, wekî Platforma Azadiya Kurdistanê, li dijî şirketên leşkerî yên weke Sponyal ku balafir, keştiyên şer, pergalên radarê û moşekan difiroşe dewleta Tirk, banga berxwedana li kuçeyan kir.

Tora berxwedanê ya Swîsreyî fight4rojava û Revolutionäre Aufbau Schweiz, 6'ê Îlonê li ber cihên leşkerî wê çalakiyan bike. Li Baselê saet 19.00'an tevgera şoreşger a Swîsreyê, hemû hêzên tevgerên Tirk û Kurd wê çalakiyan bikin.

Di navbeyna 1-9'ê Îlonê de, li Elmanyayê li dijî milîtarîzmê û nexasim li dijî hilberînera çekan a Elman Rheinmetallê, komên şoreşger, rêxistinên çepgir, sendîka û civaka sivîl wê kampanyayên mezin bikin. Çepgirên Radîkal Berlîn, Çepgirên Helkeftîxwaz û Tatort Kurdistan jî tevlî kampanyaya Riseup4Rojava dibin.

Çalakgerên li Yewnanîstanê ji bo kampanyaya #Riseup4Rojava 6-7'ê Îlonê li Atîna, Kandiye, Rethîmmon û Gumulcînê wê çalakiyan bikin. Li Îtalya, Fransa, Kanada û Brezilyayê jî çalakiyên curbecur wê hebin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN