Dîrok bi giştî çîrok û çîvanok, serhatî û serboriyên me ne. Em li raboriya xwe dinêrin; hesabên xwe yên îro û paşerojê dikin. Tevgerên pêşî yên mirov bi giranî weke tevgerên asayî têne dîtin, lê ji wan têkilî û danûstendinên bêhtir pirtevn û asê çêbûn û çêdibin. Dîroknas serê xwe diêşînin; hûrûkûr difikirin ka çawa mirov pêşî bi ziman ket û deng derxistin. Herweha hewl didin ji tevgerên pêşî yên mirov fêhm bikin ka kengî bi zanîn gav avêtiye û li kirinên xwe serwext bûye.

  Bi tirs, hest û şabûna mirov dadikevin da bizanibin ka di zêhnê wî de rê li ber çi vekiriye. Qala dualiyên mejiyê mirov dikin. Bi pêhesînê çawa mirov ji pirhestên zindî ber bi yekmejiyê serwext û bi kesayetbûyî ve dadikevin. Ev mejiyê bi gelek mûrehk û şaxî di payeyeke jor a volkanîk de xwe îfade dike û rê li ber qonaxên nû vedike. Mejiyê me jê behs e, gihiştiye wê astê bifikire, ji tiştan tiştekî û gelek tiştan çêke. Bi vê jî dikare di cîhana xwe de serdest be.

Ez ê hûrûkûr bi vê meseleyê danekevim, lê tişta ji me re lazim min xwest destnîşan bikim û bi vê, bi mijarê dakevim. Jixwe mirov nikaribe ji dîrokê sûd bigire wê bi rastî ji çîrok û çîvanokên li civatan tê gotin wêdetir ti maneya xwe tinebe. Me pirr bi kurtî di dîrokê de diyar kir ku ka çawa mejiyê mirov beridiye, û diberide. Herçiqasî hin qonaxên mirovatiyê misêwa xwe dugêsinî kiribin jî lê di dîroka nêz de beridîna mirov pirr bi lez bûye; pêşbîniya wî nayê kirin û ji vê tirs û fikaran hene, zirarê bide xwe. Lê di van qonaxan hemûyan de rola diyarker a mejiyê mirov e. Li kêleka mejiyê mirov ez naxwazim qala mejiyê gerdûnê bikim ku ew mijareke gelek tevlîhev û berfireh e. Li vir tişta hez dikim îşaret pê bikim û piçekî be jî balê bibim serê mejiyê mirov û beridîna (kemaleta wî) wî ye.

Bêguman ez jî niha hewl didim, li gorî şert û mercan civaka me bifikirim. Tevî pirsgirêkên giştî, em dikarin çawa pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji ber dagirkerî û dijminatiyên pirralî û dijwar ên li beramberî Kurdan civakbûna Kurdan qels bûye û dibe. Ji ber vê jî bîrûbaweriya min ew e, divê beriya her tiştî Kurd xwe di warê civakbûnê de xurt bikin. Ji bo vê jî divê li dinya me ya îro Kurd li dora felsefeyekê xwe bicivînin û li ser hîmê wê jiyana xwe bideribînin. Naxwe wê bi ber bayên civakê din û hêzên din bikevin, weke kelemperekî biçin. Ez vê mijarê jî li vir dihêlim û dixwazim bêm mijara manûnemanê ya aktuel ji bo Kurdan. Li ser Kurdistanê êrişeke mezin a bi armanca qirkirinê heye. Ev êriş hem bi sîlehan tê kirin hem jî bi aborî û çandî jî tê kirin.

Di dîrokê de jî gelek şer hene. Yan jî em nebêjin şer, em bibêjin êriş hebûn. Li gorî şert û mercên demê, civakan li hemberî êrişan xweparastin e, carina jî nekarîne û mixabin tinebûne yan jî kiras guhertin e. Li gorî berê, êrişên îro bêhtir pirralî û berfireh bûne. Lewma jî hewce dike xweparastin û berxwedan jî pirralî û berfireh bin. Bêguman şert û mercên taybet divê li ber çav bêne girtin. Jixwe mejiyekî nerm ê dikare xweş bifikire dizane tevahî şert û mercan bibîne û li gorî wê bergiriyê bike.

Em di dîrokê de dibînin, hin milletan bi kitêb û felsefe şaristanî û civakên mezin ava kirin. Bêguman ev berhemên mejî ne. Dîsa di şeran de jî serdestiya mejî darîçav û beloq xuya dike. Kesên cara pêşî gem, zîn, rim û şûr, paşê jî barût, top û hwd. çêkirin serdestiya xwe jî dan qebûlkirin. Mejiyekî nerm ê bi tirs û fikara hebûna xwe di heman demê de ji bo bergiriya xwe ji pola zêdetir belkî weke atomê no ye. Ev mejî dipelîne, pêşbîniyê dike; ji bo gavavêtina qonaxên nû û serketinê wêrek e.