Komîteya Rizgarbûyiyên ji Destê DAIŞ’ê ya Şengalê, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir da ku zextê li Hikûmeta Iraqê bike ji bo vekirina korîdora mirovî ya di navbera Şengal-Rojava de da ku kesên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne, karibin vegern malên xwe.
Komîteyê bi daxuyaniya xwe got, “3’yê Tebaxa 2014’an gelê me li ber çavên hemû cihanê rû bi rûyî qirrkirin û fermanekê hat. Di encama vê fermanê de bi sed hezaran gelê me ji ser axa xwe koçber bû û bi hezaran jin, zarok, pîr û kal hatin qetilkirin, her wiha bi hezaran ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Li hemberî vê fermana li dijî gelê Êzîdî, cihan bêdeng ma. Bi taybetî ji bo rizgarkirina insanên me yên ku çeteyên DAIŞ’ê ew wekî koleyan li bazaran difirotin dikirrîn, ti pilan nehatin danîn. Tenê ji aliyê hêzên azadiyê şervanên YBŞ/YJŞ’ê, YPG’ê û hêzên QSD’ê ve, rojane bi xwîna şehîdan, dîlên me yên ku di destê DAIŞ’ê de bi destdirêjî û êşkenceyê re rû bi rû dimînin, tên rizgarkirin.
Rizgarkirî li Rojava asê mane
Heta niha bi saya van hêzan, me kariye nêzî 600 dîlan ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin û di Korîdora Mirovî ya di navbera Şengal û Rojava re radestî malbatên wan bikin.
Lê di vê dema dawî de piştî ku hêzên artêşa Iraqê li herêmê bi cîh bûn, ev korîdor bi hincetên cuda tê girtin û rê nayê dayîn ku dîlên ji aliyê QSD’ê ve ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, derbasî Şengalê bibin û em wan radestî malbatên wan bikin.
Di vê deme de nêzî 20 dîlên me di mala Êzîdiyan a Rojavayê Kurdistanê hatina sekinandin.
Em wekî Komîteya Rizgarbûyiyan bang li rêxistinên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku zextê li ser Hikûmeta Iraqê bikin da ku vê korîdorê li ber vegera dîlên me û pêwîstiyên mirovî veke da ku em jî karibin van kesan bi hêsanî radestî malbatên wan bikin.”
ROJNEWS / ŞENGAL