Siyasetmedar û endamên saziyên sivîl êrîşen Îran û Tirkiye şermezar kirin û banga yekîtiya Kurdan kirin û gotin: “Rizgariya me di yekitiya neteweya Kurd re derbas dibe xilasiya me yekitiya neteva Kurdê.”
Piştê banga agirbesta Partiya Jîyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK), hefteyek derbast bu lê hê jî berpirs û rayadarên Dewleta Îran bersiveke fermî nedan banga agirbestê. PJAK ji bo gavên niyetên baş 12 cenazeyên pastarên Îranê jî radestê rayadarên Îran kir. Lê Îran cenazeyên HPG’î Necmî Maç “Kendal Baran” ku desteser kiriye hê jî radestî rayadarên PKK û PJAK’ê nekiriye. Bi heman demê jî 13’ê meha îlonê û şûnde disa dest bi topbarana xwe ya ser axa Herema Federal a Kurdistanê kir. Sîyasetmedar û endamên kampanya li dijî êrîşên Îran û Tirkîye jî bertek nîşanî wê yekê dan û xwestin demek zûtirîn ev êrîş bên rawestandin. Siyasetmedar Zozan Feqî, anî ziman ku wek siyasetmedar û komalayên sivîl nexwazin şer berdevam bike û got, “Şer zirareke mezin dide welatiyên sivîl. Ji ber wê yekê lazîme ev êrîş demêk zutîrin bi dawî bibe.” Ji bo wan êrîşan raweste jî lazime helwesta me tund bibe. Yekîtîya netewa Kurd xurt bibe.”

Lazime Kurd bibin yek
Endamê Yekitîya Parlamenterên Kurdistan (YPK) Kerîm Bradostî, êrîş û zexten Îran û Tirkîye şermezarkir û got. “Hincet nişan dayîna Îran û Tirkîye ku digot “Li Qendîl PKK û PJAK heye” bi katlîama welatiyen sivîl wala derket. PKK û PJAK Kurdistana Bakûr û Rojhilatê de ye. Ji ber wê yekê jî ev pirsgerek, pirsgereka hindirîn ya Îran û Tirkîyê ye. Lazime ev pirsgereka xwe bi reyên aştîyanê û demokrasiyê çaraser bikin” Bradostî da zanîn ku bo rawestandina wan êrîşan pewîstîya yekîtiya neteva Kurd heye û wiha direjî da axaftina xwe: “Ji bo wê yekê her sazî û dezgahên Kurd bibin yek. Bi yek dengî li dijî wan êrişan dengê xwe bilind bikin. Tu eleqeya wan êrîşan bi PKK û PJAK nîne. Ji bo wê yekê jî berpirsyarî dikeve ser milê hikûmeta Herême.”

Komplo dane destpêkirin
Endamê Kampanya ye Bêrgirîya Neteweyî Lalo Rêncdêr jî diyar kir ku li ser Kurdan komployek berfireh hatiye destpekirin. Rencder, anî ziman ku Rojhilata Navîn ji nûve tê sazkirin û wiha dîrêjî da axaftina xwe: “Li gor wê yekê dixwazin Kurdan jî bi wan êrîşan bixin bin kontrola xwe. Dixwazin tevger û hezên Kurdan lewaz bixin. Îran jî komployêk li gor xwe dixazê bixe pratîkê û bi wê yekê jî dixwazê Qendîl û bi reya Qandîl jî Kurdan bixe bin kontrola xwe. Her alîyan Kurd bi komployan rê rûbirû manê”

Li dijî Kurdan in

Rencder aşkere kir ku ji bo wan lîstok û komplo wala derkevin pêwistiya yekîtiya Kurdan heye û wiha got: “Kurd gelek bekes e. Bi yekîtiya xwe li ser lingên xwe dimîne. Çaraseriyek din ji bo Kurdan nîne. Bi kongreya neteweyî jî lazime Kurd yekîtiya xwe hêj zêde xurt bikin. Ev berpirsyarî dikewe ser milê hemû sazî, dezgah, rexistinên medenî, rewşenbir, zana, zanyar, partî û tevgerên Kurdan.” Niviskar Mumtaz Xeyderî, dewleten wek Îran, Tirkiye û Iraq weke dewletên li dijî mirovatî binavkir û got, “Ev her sê dewlet jî di dîroka xwe de heta roja îro dijminatîya xwe li dijî Kurdan domandine. Her tim jî li dijî Kurdan û mirovayetiyê rol lîstîne. Ji bo wê yekê jî ez hevî dikim ku Kurd jî li dijî wan helwestek neteveyî nîşan bidin”

Êrîşî destkeftiyan dikin
Sîyasêtmedar Sebrî Behmenî jî bal kişand ser êrîş û zexten dewletên Tirkiye û Îran got: “Li dijî wan pekutiyan çaraserî yekîtîya Kurdan e. Bi yekîtî û yek dengiya xwe dikarin beramberî wan êrîşan bisekinin. Lazime bizanibin ku ev êrîş ne tenê li ser parçekî Kurdistanê ye. Ev êrîş li dijî hemû destkeftîyen Kurdan e.


 DÎHA/HEWLÊR