Bi sedan şêniyên navçeya El-Heyê ya Minbic yekemîn salvegera rizgarkirina Minbicê bi dahol û zirneyê pîroz kirin. Şêniyên Minbicê ku bi dehan zarokên wan jî di hemleya rizgarkirina herêma Minbicê de şehîd bûn, yekemîn salvegera rizgarkirina Minbicê bi coş û şahiyan pîroz dikin. Li navçeya El-Heyê ya li rojhilatê bajarê Minbicê gel bi def û zirne pîrozbahiyan li dar dixin.

Di şahiyê de Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a bajarê Minbicê Faroq El-Maşî axivîn. Axafvanan anî ziman ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û şervanên QSD`ê bi fedakariyeke mezin tevlî hemleyê bûn û lehengiya Fermandar Feysel Ebû Leyla bi bîr anîn.

Di şehiyê de govendên gelerî yên herêma Minbicê hatin gerandin. Şahî bi coş û heyecaneke mezin bi dawî bû. 


Şîranî belav kir 

Bi boneya  salvegera rizarkirina Minbicê, welatiyekî ji pêkhateya Çeçan ê Minbicê, şîranî li welatiyan belav, kir. Welatiyê ji pêkhateya Çeçan yê Minbicê Mazin Malik û kurê xwe ku şîrinî li welatiyên Minbicê belav dikirin got:”Salvegera rizgarkirina Minbicê ji bo min gelek girîng e û bi wate ye. Tiştê herî kêm ku ez dikarim bikin, şîranî belav dikim”. Mazin tekez kir ku  ji bo wefedariya ji şehîdan re ku ew rizgar kirin, ew şîraniyê belav dike. 


 MINBIC