Pêngava Şêhîd Ebû Leyla ya rizgarkirina herema Minbnicê bi awayekî xurt bi rê ve diçe. Hêzên QSD ji sê aliyan ve êrîşê dibin ser çeteyên DAIŞ'ê. Azadkirina gelê vê heremê destkeftiyek mezine. Heta niha bi dehan gund hatine rizgarkirin. Xelkên van gundan hêzên QSD bi coşeke mezin pêşwazî dikin. 

Faysel Ebû Leyla ku yek ji fermandarê QSD'ê bû û di parastin, berevaniya Rojava de xwedî kedek mezin bû, şehîd ket. Şehadeta wî li tevahiya Kurdistan û cîhanê deng veda. Ji aliyê hêzên hevpeyman ve jî weke şehîdekî ji bo azadiyê hate bilêvkirin. 

Projeya fedraliya Rojava- Bakurê Sûriyeyê ber bi qonaxek nû ve diçe. Piştî rizgarkirina hemû heremên kantonên Cezîr, Efrîn û Kobanê, niha herema bakurê Reqayê û Şehbayê jî tê rizgarkirin. 

Di nava Efrîn û Kobanê de tenê 65 km mayê ku hêzên QSD ji aliyê her du kantonan ve bigihêjin hev. Eger Şehba rizgar bû, Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê gewdê xwe digre û li ser rûyê erdê dibe rastiyek ku nema tu kes dikare wê înkar bike.

Niha QSD li tevahiya heremê mîna hevkarên hevpeymana navnetewî li dijî DAIŞ'ê tê nasîn. 

Herema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê jî herema herî bi ewle ya xwedî sîstema demokratîk e. Herema ku her kes dikare bi taybetmendiya xwe bijî. Kî ji kîjan neteweyê, ji kîjan olê, an mezhebê dibe bila bibe, ew wek welatiyekê xwedî maf û hebûne.

Jixwe jin jî wek pêşenga civakê tevdigere. Ew di hemû saziyên siyasî, eskerî û civakî de amede ye. 

Bi taybetî pêkhateya Ereb a ku ev bi sedan sal ji jiyana modern hatiye dûrxistin û bi hizra netewperest a Bassê hatiyê perwerdekirin, niha bi coşeke mezin tevî nava saziyên Fedraliya Rojava- Bakurê Sûriyeyê dibe. Ciwan û keçên Ereb wek zeviyê ku ev demek dirêj li hêviya baranê be, vê derfetê digere dest xwe û tevî nava kar û barê QSD'ê û Fedraliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê dibe. 

Di demên li pêşiya me de gelek karê rêxsitinkirin û perwedekirinê ji bo pêkhateya Ereb lazim e. Di warê siyasî, rêxistinî, civakî de gelek kar pêwîste. Divê ciwan û jina Ereb bibe aktorekî sereke yê geşêdan û parastina Rojava. Ev bingeh heye. Loma bi taybet di warê ragihandina bi zimanê Erebî de divê alav pir bibin û bi şêweyekî profisyonal xebatê bikin. 

Li dijî tecrubeya fedraliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê medyaya Ereb di nava liv û tevgerê de ye. Her wiha dewletê Tirk hîna hewl dide nakokiyan di navbera Ereb û Kurdan de derxe. Divê li dijî van hewledanên geşkirina nijaperestiyê û derxistina şerekî gelan, tedbîrên baş werin girtin. 

Hewcedariya me bi ragihandineke xurt, berfireh û profsyonal heye. Tiştê baş ku baweriya pêkhateya Ereb bi medyaya Erebîstana Siûdî, Qeterê, muxalefeta jiadperest û AKP'ê nayê. 

Kesek ji Erdogan jî hez nake. Jixwe li ser rûyê erdê Ereban xwedîderketina QSD li hemû kesî dibînin. 

Ji bo Rojava xurtkirina eniya hundrîn û parastina tecrubeyê tiştê herî pêwîste niha.